P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

BÊXEMO


Bavê Ronahî

 

Bêxemo ji gundek ji yên bajarê Wanê ye. Ew çar meh in kurê wî li Dêrsimê leşker e.

Navê wî yê rastî Mehemed e. Lê ji ber ku xema tiştekî naxwe û jibo her tiştî  alternatîfan dibîne, gundîyan navê wî kirine bêxemo.

Bêxemo bi tayê pîcema li malê li ser doşekê rûniştî ye û ji kebanîya xwe re dibêje: “Keçê ka çayê!” 

bexemo

Kebanî: ” Va min dem kir” û nişka ve kurê wê tê bîrê û digrî, tê li rex mêrê xwe rûdinê.

Bêxemo dibê: “ Keçê ew tu jibo çi digirî ?”

Kebanî: “ Wilah kela kurê min li min xist. Ez nizanim birsî ye yan têr e. Ez nizanim ka li ber serma û seqemê ye, di şer de ye yan li qişlê ye. Dilê dayikê ye, nazik e, jibo cîgerê disoje. Ka bibêje ku ez negirîm wê kî bigirît?”.

Bêxemo dixwaze dilê jina xwe xweşke û dibêje: ”Heke li qişlê be xem nîne, neçûye şer”.

Kebanî:  “Lê ku çûbe şer?”

Bêxemo: “ Ku çûbe şer, yan wê birîndar be yan nabe. Heker brîndar nebe xem nake”.

Kebanî: “ Ku birîndar bû?”

Bêxemo: “ Ku brîndar bû, yan wê baş bibe yan nabe. Ku baş bû xem nake”.

Kebanî:  “ Lê ku baş nebû?”

Bêxemo: “ Ku baş nebû,  yan wê bimire yan wê nemire. Ku nemir xem nake”.

Kebanî: “Lê ku mir?”

Bêxemo: “ Ku mir, yan wê biçe beheştê yan wê biçe dojehê. Ku çû biheştê xem nake”.

Kebanî: “ Lê ku çû dojehê?”

Bêxemo: “Ku çû dojehê, cehnema wî kim. Kesê biçe cehnemê mirov xema wî nagire. Dê zû rabe jibo min çayê bîne kiça nizanim çi… 

Îcar li ber kesên ku biçim cehnemê nekevin gelî xwendevanan. Mesele ew e ku meriv biçe behiştê wesselam…

28:01.2010

Ev nivîs 125 carî hatiye xwendin


Şirove bike