Brîna reş ( Pençeşêr – Kanser)
Dr. Mihyedîn
Brîna reş, ji malzaran (hucre) destpêdike. Malzar wek karxaneyek (febrîqe) piçûk e. Malzar ji xwarinê enerjiyê çêdikin. Ji bo vê bi cîh bînin, divê di nava malzaran de perçeyên pirr piçûk ku, bi mîkroskopên Elektronê tên dîtin, hebin. Ji van perçeyên piçûk re Mîto kondrî tê gotin. Gava Mîtokondrî xera dibin yan brîndar dibin, malzar nikarin oksîjenê bistînin û bi vê re dan û stendin çênabe. Ji bo vê jî malzar bêgav dimînin ku bê oksijen bijîn û li ber xwe bidin. Ev malzarên ku bê oksjen dimînin û li ber xwe didin, di nava demê de dibin sedema brîna reş – kanser – . Malzarên ku ji van malzarên kanserê dizên jî dibin malzarên kanserê. Heta îro tu çareseriyek ji bo brîna reş nehatiye dîtin. Derman’in henin ku pêşketina brîna reş li paş dixin lê wê bi temamî ji holê ranakin.

Pisporên vê nexweşiyê li dijî vê nexweşiyê van pêşniyazan dikin:
1-) Gava yekem: xwarina hêşînayiyan. Divê rojê 600 – 800 gram xwarinên bi nişadir û hêşînayiyên bi proteîn bên xwarin. Di nav wan de nan, birinc, meqerna, baqil, fasûlî, petat, fisteq û bindeq hene. Li gor pisporan, di nava hêşînayiyan de wîtamîn, mîneral û maddeyên din yên girîng yên li dijî kanserojenên kanserê hene û ev rê nadin ku, zû bi zû kanser çêbibe. Hêşînayîyên ku, kêm rûn û kalorîne, hem nahêlin ku kanser çêbibe û hem jî pêşiya kîlogirtin û qelewbûnê jî digrin.
2-) Gava duyem : Xwarina sebze û fêkiyan. Divê her roj zêdeyî 400 – 800 gram cûrbecûr fêkî û sebze bên xwarin. Têrxwarina sebze, fêkî û hêşînayîyan %20 rîzîko’ya kanserê kêm dike. Bi taybet jî Şelim, Kundir, Gêzer, Firingî (bacanê sor) û cûreyên narinciyan ( pirteqal, lîmon, mandalîn, greyfurt û.w.d) li dijî kanserê bandorekê baş dilîzin.

3-) Gava sêyem: Parastina kîloyan û jiyanek aktîf a fîzîkî. Kîloyên zêde û kêm rîsk’a kanserê zêde dikin. Ji bo vê jî li kîloyên xwe miqatebin û xwe bilivînin, tevgerê bikin. Heger hûn karibin, rojê seetekê bimeşin yan jî bibezin.
4-) Gava çarem: Tûtin û Alkol. Hem tûtin û hem jê alkol rîsk’a kanserê zêdetir dikin. Divê alkol zêde neyê vexwarin. Tûtin qet neyê kişandin.
5-) Gava pêncem: Rûn û Xwê. Xwe ji rûn û xwêya zêde biparêzin. Ji xwe, di xwarinên pakêtkirî û hazir de xwê û rûn pirr e. Vêna jibîr nekin. Rûn û tewaşê zêde hem rîsk’a qelewbûnê zêdetir dike û hem jî ev qelewbûn dibe sedemek ji yên kanserê.
6-) Gava şeşem:Xwarina kevnikgirtî û şewitî.Xwarina kevnikgirtî – kufikbûyî – û a şewitî nexwin. Divê xwarin di sarinc’ê (buzdolab) de baş bê parastin. Xwarinên ku wextê wan derbasbûne nexwin. Goşt û Masî zêde neqelînin, neşewitînin. Ji şewat û qelandina zêde maddeyên kanserojenê çêdibin. Heta ji we bê xwarina şewitî û zêde qelandî nexwin.

Li gor pisporan, goştê braştî û qelandî di laşê meriv de malzarên kanserojenê çêdikin. Xazên jehrîn yên di nava komir û tupxazê de bi goşt ve dizeliqin û dikevin bedena meriv. Jib o vê jî pispor bale dikşînin ku, goştê ku li ser komir û tupxazê tê braştin û qelandin, neyê xwarin. Maddeyên xazê yên wek: karbonmonoksît, kukurtmonoksît û dîoksît’ê bi riya qelandin û braştinê, bi goşt ve dizeliqin û dibin bedema meriv de kanserojenan çêdikin û dibin sedema kanserê. Li gor tê gotin, divê germiya agirê goşt 250 dereceyî derbas neke. Gava 250 derece derbas bû, îcar maddeyên kanserojenê derdikevin holê û dibin sedema gelek cûreyên kanserê. Jib o vê, gava goşt bê qelandin yan braştin, divê ew 15-20 cantîmetre ji êgir dûr be da ku ev maddeyên kanserojenê sererast nekevin nav goşt û zêde bi zirar nebin.
Hêşînayî, fêkî ,sebze û şaraba sor dijminên kanserê ne û rê li ber çebûna kanserê digrin. Heta ji we bê, xwe ji van xwarin û vexwarinan kêm nehêlin û li xwe miqatebin.