Çavûşoglû jî ji makzagonê re got:”Êdî bes e!”
Av. E. Dîlan
Serokê Meclîsa Komisyona Parlamenterên Awrûpayê Mevlut Çavûşoglû, di derbarê rewşa Tirkiyê û makzagona heyî de dîtinên xwe anîn zimên û çend lotikên aqlêselîm avêtin. Çavûşoglû ji makzagona îro ya Tirkiyê re got:”Êdî bes e!” û got ku êdî Tirkiye nikare vê makzagonê hilgire.
Serokê MKPE Çavûşoglû, pêşniyazên xwe ji hikûmeta Erdogan re gotin û da zanîn ku divê hikûmet serî li raya xelkê Tirkiyê xe û dawî li van pirsgirêkan bîne. Çavûşoglû di wê bîr û rayê de ye ku makzagona ji alî xelkê ve bê qebûlkirin, hem maqûltir û hem jî pêbawertir e.
Çavûşoglû yê ku cara yekem wek yekî Tirk bûye serokê MKPEyê, di derbarê reforman de jî axivî û got ku “divê Tirkiye avêtina gavên demokratîk berdewam bike û reforman pêk bîne. Herweha pêwistîya Tirkiyê bi makzagonek nûjen hene, ger partîyên mixalefet li dij guhertina makzagonê derkevin, divê hikûmet serî li bîr û raya xelkê xe û guhertina makzagonê ji alî xelkê ve bê qebûlkirin”.
Çavûşoglû bi taybet li ser guhertina makzagona Tirkiyê sekinî û anî zimên ku “divê Tirkiye xwe zêdetir wek berpirsiyar bibîne, bibe welatek mînak. Divê Tirkiye berpirsiyarîyên xwe yên li hember Yekîtîya Ewrûpayê bîne cîh û rê li ber reforman negire”.
Mevlut Çavûşoglû, di dawîya axavtina xwe de wek serokê MKPE bala hikûmetê kişand û got ku divê hikûmet bê rawestan reforman bidomîne û rê ji guhertina makzagonek nuh veke. Çavûşoglû bi dewamî anî zimên ku Tirkiye bi avêtina hinek gavan û pêkanîna hinek reforman karekî baş kiriye û di warê mafê mirovan de serketinek berbiçav tê dîtin.
Werhasilî kelam, Çavûşoglû lotikên xweş avêtin. Lê balkêş e ku ew reformên qaşo hatine pêkanîn ji Kurdan re her seqet û lenger dimînin û dixitimin. Ji alîyekî behsa gavên demokratîk û pêkanîna reforman tê kirin, ji alîyê din rê li ber bikaranîna tîpên Kurdî wek X,W,Q,Î, Ê tên girtin, zarokên Kurd ji ber avêtina keviran bi cezayên giran tên zîndankirin, endam û rêveberên partîyên Kurd tên girtin û navê van lotikên bêîman jî gavên demokratîk û reform in.
Gelo kî vê şorbê dixwe û ev lotikên bêîman dikevin serê kê nizanim, lê helbet Tirkiye li gora salên 80î pir hatiye guhertin û tê guhertin. Helbet yekser guhertina mejiyê Tirkan û Tirkiyê ne hêsan e, jê re wextek dûdirêj lazim e. Piştî înkar û tunekirina 70-80 salî û niha qebûlkirina rastîya hebûna Kurdan, ji Tirkan re weke ku “qantir bizê” bûyerek kesanedî ye. Ez bawerim divê em Kurd hinekî rewşa Tirkan jî fahm bikin û hêdî hêdî lotikan li wan xin, wan bi pehîn û kulmên Mihemed Alî Qiley netirsînin û wan hêdî hêdî kedî bikin.
Ez serê we neêşînim, xwedê teala gotiye:”Kufir dom dike lê zilm dom nake”. Ez bawerim dûr yan nêzîk, wê ahê Kurdan ji kesî re nemîne û wê rojekê dawî li vê zilmê bê…
04.02.2010- Enqere