P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Cîgerim xeletîya xwe û partîya xwe qebûl kir


Zinar Qelemşûr

  Serokwezîrê Tirkiyê sayin Kasimpaşalî Receb, di axavtina xwe ya dûdirêj de înkarkirina hebûna Kurdan bi tundî rexne kir û lotikek qirase avêt. Erdogan di axavtina xwe de got:„Cîgerlerim, dînime îmanime înkarkirin û wek tabû dîtina Kurd û gotina Kurdî ji zirarê zêdetir tu fayde nedaye Tirkiyê qardaşim“ û înkarkirina Kurd ji demokrasîya Tirkiyê re wek xeterek mezin dît.

erdogan

Erdogan herweha rexne li xwe û partîya xwe jî kir û got:“ Ez bi serê xwe û we kim, di paşerojê (dema derbasbûyî ) de em jî ketin wê xeletîyê, me jî heman pelûl bi serê xwe dakire. Lê îro roj roja rûbirûbûn û qebûlkirina rastîyan e“ û xeletîya xwe û partîya xwe qebûl kir.

Serokwezîr Erdogan, di konferansa Dezgeha Lêkolînên Stratejîk a Navnetewî (USAK) de axavî û di derbarê pirsa Kurd de dîtinên xwe eşkere anîn zimên, înkarkirina pirsa Kurd wek zirar qebûl kir û got::”Gelo înkarkirina Kurd û gotina Kurd dawî li terorê anîye yan li vajayî wê teror xwedî kiriye? Înkarkirina hebûna kêmneteweyên li Tirkiyê tu fayde negihandiye demokrasîya me. Kesên ku serê xwe xistine nava qûmê û hebûna pirsgirêkan înkar kirine, bûne sedema kûrbûn û zêdebûna pirsgirêkan. Di dema buhurî de em jî ketin heman xeletîyê, lê niha dem dema dîtin û qebûlkirina rastîyê ye” filan û bêvan.

Erdoğan, di derbarê reform û avêtina gavên demokratîk de jî ji dîtinên xwe nehat xwarê û got ku bedelê wê çi dibe bila bibe, ewê reforman bidomînin û vê tirrê ji partîyên wek CHP û MHP re nehêlin.

De xwedê miradê serokwezîrê Tirkiyê bike û ahê wî ji CHP û MHP re nehêle rebbî….

04.02.2010- Stenbol

Ev nivîs 168 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “Cîgerim xeletîya xwe û partîya xwe qebûl kir”

  1. Xweşxeber e lê min jê ne bawer e. Ev 7 sal in ku serokwezîr e; ka wî guhertinin bingihîn di zagonan de peyda kir? TRT6a wî jî ne yasayî ye. Kurdan ji lotikên devkî têr xwarin û divê nema werin xapandin. Hijmara perlementerên wî hêzê dide wî ku di warê piratîk de gelek gavên erênî biavêje. Erdogan ji Çiler, Demerel û Yilmaz jî ji me re bivetir e. Di destekî de gêzer û di yê din de qutedarek bi pembû pêçayî heye. Hemas û Taleban mafdar dibîne û tevgerek resen ku ev 30 sal in têkoşîn dike terorist dide diyarkirin. “parêzvanên” mafên mirovan li seranserê cîhanê jî devşîrîn dike daku di bin cilikê de kurdan, bi qutedarê xwe yê pembûkirî, bitevizîne. Xweşbextane serê dîndarên me jî vêca li hedan dikevin, xap û rîpên Erdoganê bê cibbe ê şaşik pirr zelal dibînin.

Şirove bike