P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

DÊLIKA DIRINDE Û ARD


Rêwîyê Kal

asvan

Hemoyê me ji bo xwarina malbatê genimê xwe li parxêlê (ereba ga) bar û kir berê xwe da aşê avê. Arvanê salînî  ye, êvarê dest pê dike heta sibê ancax tê hêrandin. Aşvan (qeraş) jî bê xew maye, çewalên ardê Hemo diavêjin ser parxêlê, baranek dijwar dest pê dike, tu dibê qey asîman qul bûye wê demê.

Aşvan derê aş mifte dike û dibê: “ Hemo ez diçim mala xwe, bê xewim. De bi xatirê te “.

 Hemo dibê: “ Ma ev kirina te rast e gelo! Gayên min wa li mêrgê ne, baran jî dibare û te ez avêtim derva, ka ezê çi gûyî bixwim law!

Gotina Hemo pere nake, aşvan di reve diçe werhasil.

Hemo ji bo xwe ji baranê biparêze, li ber diwarê êş disekine. Baran dom dike. Çewalek diryayî (çiriyayî)  hebûye ku baran bi ser de tê, ard dibe hevîr. Dêlikek (kûçika mê) dirinde jî tê devê xwe dike çewalê ku ardê wê bûye hevîr û dixwe. Hemo ji dêlikê re dibê: “ Hoşşşttt, hoşşşttt!

Dêlik qîlên xwe nîşanî Hemo dike û dike ewte ewt, lê ye êrîşê bikê û dixirice Hemo.

Hemo ji dêlikê ditirse, cîyeki ku  pê de jî biçe tune . Neçar ji dêlikê re dibê: “ Wîîî dayê min ji te re tiştek negot, hevîr xav e wê zikê te biêşe, lewma min deng li te kir  keçko“.

Bi xwedê ev mesela me û dagîrkera ye. Hatine li ser axa me bi zorê rûniştine ne bes e, îcar dev avêtine xwîna me. Ma hûnê heta kengî ji dêlika asenaya wan re bibêjin “dayê“ wek Hemo yê tirsonek!!! 

Ma qe pozê we naşewite law?

Kurdistan

Ev nivîs 179 carî hatiye xwendin


Şirove bike