Evdile Koçer bêrya şerabê kiribû
Metîn Mêrdîn

Şev nivê şevê bû. Min ji xwe re di kolanên bajarê Mêrdînê de virde wêde lotik davêtin. Dîna min dî wa nivîskarekî Kurd, kilê çavê keç û jinên 18 heta 70 salî, qerasê zilaman Evdile Koçer jî wek min lotik motikan davêje û kolan bi kolan digere.
Halla halaaaaa, kuro ev Evdilayê me li Mêrdînê çi dike law? Hem jî bi tena serê xwe haaa, law ma te nego wê dîwar mîwarên bajêr bi ser min de biherigin cîgerim!?
Axir, me silav û kulav da hev, destê hev guvaşt û min pirsî:
- Êêêê, tu û vanderan cîgerim, tu li çi digeri law?
- Qet nepirse lo, ronî bû, xweş û geş bû. Ev çend salin mın bêrîya welatê xwe kiribû.Ez dıgeriyam, şev ket erdê û cîh û war tarî bûn. Mazûrvanê mın reviya û ez mam li bendî telefonekê ku ”bêje ez li vira me.
- Wey wey wey mêvanê ezîz û delal, kuro ez li ezmanan li te digeriyan, tu li erdê bi destê min ket law. De ka were em herin çend lotikên Mêrdînkî bavêjin…
Axir, me li hal û wextê hev pirsî, xweê neyne serê tu kesî. Ne mazûrvan bê mêvan û ne jî mêvan bê mazûrvan nemîne rebbî..
Piştî çend qedeh ji vexwarina şeraba Mêrdînê, em ketin nav mesele û serpêhatîyên axirzemana û me dilê xwe rehet kir. Lê şeraba Mêrdînê jî serê me rehet kir haaa…..
Seeta te herdem wek tahma şeraba Mêrdînê be hevalê Evdile…
Mêrdîn
Kekê Metîn dilê xwe ji vî xortê xwînsivik negire. Min ew ne zêdetir ji çariyek saetê dît. Te digot hatiye perengek agir bibe, weha bilez û liba bû ku dixwest di 2 rojan de her kesî li Qamişlo, Hisîça û Amûdê bibîne. Piştî naskirin wî, min jî dil hebû pê re çend lotikên qamişlokî biavêjim. Ne xem e, em dê di kongira PENa Kurd li Elmaya, di 23iyê gulanê de, lotikin mêrdînkî avêjin. Dê baş be ku hûn jî çend şûşeyên şeraba Mêrdînê -ku tu reklama wê dikî – bi xwe re bînin û di vê kongirê de amade bibin û ji dêlva van wêneyên lotikxaneya we yî hêja de, – ku sed tepî li serê wêneyên ku di govarên weke Playboy de der dikevin -, çend wêneyên rewşenbîrên her 4 parçan bidin hev. Lotikxana we wek magnetîsê mirov bi ser xwe de dikişîne, tevî ku ne kêm caran xeta cotê wî hewqas xwaro-maro ye, ku tu dibêjî ji rexekî ve ga û ji yê din qantirek şemûs wî dikişînin.