Ez malpera xwe dixwazim!
Sofîyê Çengzêr
Kurê Pîrê , êvaran di nav ciyê xwe de mîz dikir,
Pîrê rabû çû cem melê û got:“ Mele, niviştekê ji kurê min re çêke ji bo êvaran di nav ciyan de nemîze qurban“.
Mele niviştek qerase çêkir û da Pîrê. Pîrê nivişt bi kurê xwe vekir, sibê ji xew rabû çi bibîne başe ?
Kurik nav ciyan tije gû kirîye.
Pîrê cardî çû cem Melê û got: „Seyda, ha ji te re nivişta te, kurê min bîne ser sêhra berê qurban“.
Di eslê xwe de vê çirokê her Kurdek zane, lê min xwest carek dî bînim bîra wan.
Law serok û wezîrên Lotikxanê!
Ma we çi quzelqurt vexwaribû? Çima we Lotkxane guhert û kir bajarî qardaşim? Law welle û bille Lotikxane bi gundîtîya xwe xweştir û seksîtir bû wî!. Berê malperên Xelo û Celo qopî ji we digirt, hûn jî radibin qopî ji wan digrin. Ma ev edalet e cîgerim?
Ez wek xwendevan û mirîdekî Lotikxanê vê bêedaletîyê qebûl nakim ellawekîl.
Heger hûn bêjin „ a ji we ra xeyar, we xwar ji vî ve, we nexwar ji vî ve“ ew tiştekî dî ye. Lê ez doza mafê xwe û hilbijartinê dikim gelî serok û binserokên Lotikxanê. Ez malpera xwe ya kevin dixwazim birê min.
Biryara we ne demoqratik lê dîktatorizm e. Ma mero bê raya xwendevanên xwe malperê dike bajarî babam!?
Yan divê hûn raya xwendevanan jî bistînin û hilbijarinek demokratîk bikin, yan jî bi sê telaqên jinberdanê ezê we bidim Dadgeha Mafê Mirovan, ihi!
Silav ji malpera Lotikxana kevin re…
Danîmarka
Welle qerdashim heger bi ya min be, sayin serok u bashqan Lotikxane zêde buye bajarkî dînime îmanime. Bi serê Xelo u Celo formata nu pirr “sunnî” ye u ez wekî duvika meleyê gundê me nikarim tam u chêja shorbeya nîskê jê bigirim cîgerlerim. Êêê, ku me ew tam u chêj jê negirt, ma chi ferqa sayin serok u bashqan Lotikxanê u ya demoxratîq cumhuriyetê heye babam. Law em “özerlîk”ê jî naxwazin haaa. Tew heqqên takekesî yên êsrarkêshan jî bes in bavê mino, wîîî.
Ax jıderde wan sofı ye wan melaye……….edı beseeeeeeeeeee
tımame dınya te guhertın.ma ya lotıkxane kay kabaxata weyyyyyyyyyyy.
wın jı bune weke hınek mırovu sıyasetvanu askeren tırkoooooooo.ew cı STATUKOYA kardesım.
ew jı DEMOKRATIK ACILIMA LOTIKXANEYE wey sadhezar car pırozbe…….
Ez ji we didim mahkeme. lotikxane we kiri ye sorba niska
Biji lotikxane ye me kevn
Bimre lotikxaneyê nu
Lotikxane ya nû gellek xweş çêbûye û ez pê pirr kêfxweş bû me.
Silav û rêz..
Na bi xwedê ev malpera nû gelekî baştire ji ya kevin.
Pêngava herî giring ewe ko beşê şorbê û şirovê hatiye vekirin.