GULKELEM
Bavê Jîndar
BARSSICA OLERACEA
Gulkelem hêşînhatek ji malbata keleman e. Ji ber ku wek seriyek ji gul, anjî kulîlkan pêk hatîye û dişibe kelemek wek kulîlkan, jê re ew navê “ gulkelem “ hatîye danîn.
Dikakek du salanî ye. Belgên wê wek yê keleman in. Belgên hundur kesk, lê yên derva rengê xwelîyê ne. Navika wê di nava belgên wê de pêçayî ye, dişibe seriyek ji gulan. Kulîlkên wê zerên spî ne. Di nava kulîlkan de bizrê wê heye. Herçend rengê wê spî be jî, lê van salên dawîn rengên kesk, binevşî û zer jî jê hatîne peydakirin. Xasma li Îngilîztanê ev rengên jê peydakirî ji welatên din zêdetirin. Gulkelem dikakek zivistankî ye û zehf faydedar e.

Welat û dîrok: Welatê wê hinek dibên “Asya biçûk” e . Hinek jî dibên “ rojavayê Behra Spî”ye . Dîroka wê baş nayê zanîn an jî em di lêgerînan de lê rast nehatin. Di sedsala 6. de eskerên artêşa Xaçparêzan bi xwe re anîne Ewropa û li Ewropa çandinîya wê kirine, li wir jî belavî welatên din bûye.
Berhevkirin: Ji ber ku dikakek zivistankî ye, payîzê ji qurmê wê tê jêkirin. Di nav belgên wê de heya midetekê tê paraztin. An jî bi awayê tirşî, kelekdayîn û di cemedxanê (sarincok) de tê parastin û wek koserve tê hilanîn.
Têdahî: Potasyûm, kalsîyûm, sodyûm, îdol 3, fosfor, proteîn, karbonhîdrat, kolestrol, hesin, lîf, hormonên zayendî (cinsî ), vîtamîn A, B1, B2 , B3, C, K, E.
Kêrhatî: 1- Arêşeyên dil ji holê radike. 2- Xebitîna mejî û damaran çêtir dike. 3- Xebitîna rûvikan sererast û tekûz dike. 4- Pêşîya kul û brînên aşikê digire ( heke hebin dikewîne). 5- Jibo nexweşîyên xalik (fatereşk ) ê bikêrhatî ye. 6- Jibo rêyên avrêjê û edavên wê yên kronîk, dermanekî herî berbiçav e. 7- Li hember pençeşêhrên rûvikên stûr û aşikê bandorek baş nîşan dide. 8- Pêşîya bêxwînîyê digire. 9- Zixtê (tansîyon ) dadixe.
Di vê derbarê de Prof. Dr. Îbrahîm Saracoxlû û Ahmet Marankî dibêjin: ” Di gulkelemê de zehf vîtamîn û mîneralên bikêrhatî yên wek A, B, C, K, E kalsîyûm, potasyûm, hesin û hwd. hene. Xurekek (xidayek) bikêrhatî ye. Heke 5 deqîkan li ser agir bê kelandin û wek selete, yan jî pêxwarin bê xebitandin, wê fayda wê zêdetir be. Divê ava wê neyê rijandin û jibo şorban bê xebitandin. Heke zêde bê kelandin, piranîya têdahîyên xwe winda dike. Heke wek “kûr “ bê xebitandin, wê ji edav
(kurmîbûn) û arêşeyên rûvik û rêyên avrêjê re faydeyek baş jê bête standin. Herweha wê pêşîya bîrov û kulên aşikê jî bigire”.
Karanîn: 1- Kûra gulkelemê. 2- Xwarin, selete, şorbe û hwd.
1- Kûra gulkelemê: 250-300 gr gulkelemê bikin nav beroşekê, 750 ml ava kelandî berdin ser û 5-6 deqîqan li ser agirê kêm bikelînin. Nîvê wê avê spêdê, nîvê din jî êvarî vexwin (berî an jî piştî xwarinê ferq naket ). 7 rojan bidomînin û 3 rojan navbeynê bidinê. Dîsan 7 rojan vexwin û navberê bidinê. Ew Kûr ji derveyê navberdanan divê 21 rojan bê pêkanîn (domandin).
2- Xwarin: Ji gulkelemê gelek xwarinên goşt û bêgoşt , meqerne, borek, şorbe, û salate tên çêkirin.