P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Hay ji van welatan hebin


Terorîst Cimo

Bi ya min bikin û neyên kujtin, yan xwe nedin kujtin. Bi ellawekîl hûn bi şîreta min nekin, xwedê ji we stend û hew, ihi!

De binerin bê kîjan welat bi xeter in û herî zêde çalakîyên terorîstî lê tên kirin.

Li gora ku şîrketa Ingilîz Maplecroft derxistiye holê û stuyê xwe şikenandiye, dibêjin di cîhanê de welatên ku herî zêde kiryarên terorîstî lê tên kirin û xeter in ev in:

Irak, Afganistan, Pakistan, Somali, Lübnan, Hindistan, Cezayir, Kolombiya û Tayland

israil

Îcar ezê şîretek baş li we bikim cîgerlerim. Hûn bi ya min dikin yan nakin, ji xirrê serok Obama ve.

1-   Berî hûn serdana van welatan bikin, bi şêwirmend û sêhrbazên Lotikxanê bişêwirin

2-   Em vîzeya van welatan bi nîvê heq difroşin. Perên xwe nedin xelkê û vîzeya xwe ji şîrketa Lotikxanê bistînin.

3-   Di nava mesrefa vîzeyê de em xanimek Taylandî jî wek cêrî û rêber belaş didin we.

4-   Nexşeya van welatan di arşîvxaneyên Lotikxanê de paraztî ne. Em zanin bê li ku bombe, mayîn û narincok hene û li ku tunene. Herweha em pê zanin bê wê terorîst kîjan rojê, kîjan seetê û li ku bombeyan biteqînin. Ji ber vê, bêyî xebera Lotikxanê berê xwe nedin van welatan.

5-   Heger hûn bêyî xebera Lotikxanê çûn van welatên xeter û hûn bi bombeyên terorîstan şehîd bikevin, belaş û bê minnet emê stran û helbestan li ser we binivîsin û sloganên wek „şehîd namirin“ ji kîsî me ne..

6-   Heger hûn bê xebera Lotikxanê biçin van welatên çûn û nehatê, wê mal û milkên we, jin û zarokên we bi xwendevanên Lotikxanê bimînin. Emê belaş bavîtîyê ji wan re bikin, ebeden!

Ma ne bes e babam? Ma kî hevqas qencîyan belaş dike?

Axir, va min ji we re got. Heger hûn bê xebera şîrketa Lotikxanê serdana van welatên xeter bikin, em ne kefîlên we ne û hûn sax….

Ev nivîs 158 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “Hay ji van welatan hebin”

  1. Bo mi 2 tiren bi deng, 2 fisen geni rè bikin.ez,è bi bayè §imalè rè bikim welatè erebèn Qunre§.de bilezinin yabo li benda vè mi.tir u fis bilà ji Qunà Qunekè farisan bi bit.

Şirove bike