P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Hem li nêl dixin, hem li bizmêr dixin


Serdar Mirad

Dewleta Tirk dek û dolabên wilo Elî Osmankî digerîne ku nayê gotin. Mêrikan ji alîyekî behsa rêdana demokratîk û reforman dike, ji alîyê din lotikên bêîman li zimanê Kurdî dixe. Her çiqasî di televizyona xwe TRT6ê de lotikên Kurdî davêjin jî, lê ji ber ku Kurdî wek fermî neketiye makzagonê (û xuyaye nakevê jî) nebûye qanûn, li gora dilê xwe pêl serê zimanê Kurdî û Kurdîparêzan dikin. Mînakên van lotik û zîtirkên dewleta Elî Osman nayên hejmartin.

ozan kilinc

Werhasil, li ser bextê fitne û Beko ewanan be, dibêjin 5 emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, di derbarê xwediyê Îmtiyazê û midûrê nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç de 21 sal û 3 meh cezayê girtîxanê daye û lotikek neinsanî avêtiye.

21 sal û 3 meh law!?

Çima ku Ozan kilinç xwedêgiravî propagandaya rêxistinek sûcdar kiriye, dadwer û sawcîyên dewleta Mistoyê Selanîkî rabûne ser tapanan, dane lotik û zîtirkan û insanetîya xwe (!) raxistine ber çav.

Yaaaaa, hûn demokrasî û insanetîya li Tirkiyê dibînin ne wilo cîgerlerim!

Axir, em wek sempatîzan û mirîdên Lotikxanê yên taxa Xançepekê, vê lotika dadgehê şermezar dikin, qûna wan dax didin û mohra Lotikxanê li ser dixin.

Amed

Ev nivîs 169 carî hatiye xwendin


Şirove bike