Ji qehpikên xwe dersê distînin
Hesen Almas
Eyaleta Nevada yekem eyalet e ku fihûş û laşfiroşî lê serbest e. Wekî din li Amerîkayê li tu eyaletên din fihûş bi fermî ne serbest e.
Axir
Dibêjin xwendevanên zanîngeha Nevadayê, di çarçoveya “Lêkolînên Kultura Amerîkayê” li kerxaneyên bajêr digerin û serpêhatîyên qehpikên kerxanan hîn dibin, ji laşfiroşan dersê digrin.
Hefta derbasbûyî xwendevanên Koleja Hunera Lîberal a Zanîngeha Randolphê, serdana kerxana (Chicken Ranch) kirin, ji laşfiroşên kerxanê di derbarê karên wan de agahdarî stendin, pirsên di serê xwe de pirsîn. Bi vî awayî xwendevan di derbarê kerxane û karê laşfiroşan de hînî serpêhatî û zanyarîyan bûn.
Werhasil
Xwendevanên xelkê heta ji kerxaneyên xwe jî ders û serpêhatîyan hîn dibin. Gelo emê kengî ji dezgehên xwe ders û serpêhatîyan bistînin û xezîna xwe dewlemend bikin nizanim.
Gelo dem û dezgeh, siyasetmedarên me yên ku bi salan e bi kursîyên serokatîyê girtine, pêve zeliqîne û bernadin, kengî wê dergehên xwe ji xwendevanên Kurd re vekin? Ma ne heq e ku berî mirinekê ew dem û dezgeh, yan jî siyasetmedarên me serpêhatîyên xwe ji xwendevanên Kurd re bêjin û ji wan re bibin îlham?
Çima xwendevanên xelkê ji qehpikên welatê xwe hîn dibin, dersê distînin û di derbarê karê wan de dibin xwedî agahdarî, lê çima emê nikaribin ji serpêhatîyên siyasetmedarên xwe hîn bibin, serpêhatîyên wan bijîn û bibin şahidên başî û nebaşî, rastî û xeletîyên wan!
Werhasilî kelam, xwezî bi wê rojê ku dezgeh û siyasetmedarên me jî wek laşfiroşên Amerîkayê bibin demokrat û hûn sax….
Amerîka