Jin dara şikestî ye
Bêrîvan Al
Bav û kalên me digotin:“Jin dara şikestî ye“. Xuyaye birastî jî ev metelok rast û di ciyê xwe de ye.
Li seranserê cîhanê jin wek mal û di sinifê duyem de tê dîtin. Welatên ku jin lê nayên çewisandin û zilm lê neyên kirin nîn in, hebin jî nadîr in, pir kêm in. Di welatên ku qaşo herî zêde azadîya mirovan lê heye jî jin, lêdanê dixwin, tên kujtin û wek darên şikestî tên şikenandin. Bi taybet di welatên paşdemayî de zilma li ser jinê zêdetir e. Çima ku civak civakek mêrane ye, çima ku civaka nêran serdest e, jin di sinifê duyem de dimîne û wek mal û cêrî tên bikaranîn.
Li gora lêkolînên ku li ser rewşa jinan hatine kirin, li seranserê cîhanê kêm zêde rewşa jinan weke hev e. Şiddet, piçûkdîtin, tecawiz, lêdan û her cûreyên nemirovane li wan tên kirin. Tew ji xwe di mesela namûsê de nayên efû kirin, tên kujtin. Pirê caran bê bi mahneya namûsê bê sedem jî tên kujtin. Bê daxwaza xwe, bê dilê xwe dizewicin, tên zewicandin. Di temenê piçûk de mahr li wan tên birrîn û toqa naletê dikeve stuyê wan. Pirê caran bi zilamên yextiyar, kal û mirdar re tên zewicandin. Ji bo çend qirûşên zêde serî li wan digere û dibin qurbana berjewendîyên bav û brayên xwe.
Li gora ku lêkolînan derxistiye holê, sedema herî zêde ya van kiryarên li dijî jinê, sedema serdestîya civaka nêranî ye. Ji ber ku civaka serdest nêr e, olên heyî nêrane ne, bike neke jin bi awayek neyînî para xwe ji vê civaka nêrane digrin û dikevin sinifê duyem. Rewşa jinê, di her civaka nêrane de heman rewş e. Sinifê duyem!
Kujtinên tore û namûsê ne tenê li welat û civakên paşdemayî, lê herweha di civakên pêşketî û welatên mîna Ewrûpa û Amerîkayê de jî pêk tên. Her çiqasî wek civakên paşdemayî ne zêde bin jî, lê dîsa jî jin para xwe ji serdestîya zilêm digrin. Yek ji sedema bindestî û çewisandina jinê jî sedema aborî ye. Di civak û welatên paşdemayî de xebata jinê, serbixwebûna wê eyb û qebhetek mezin tê dîtin. Ji ber vê jî, çavê jinê li destê zilêm e û pêve girêdayî ye. Li welatên pêşketî jî kêm zêde heman rewş tê dîtin. Her çiqasî jin karibin bixebitin û di warê aborî de bi zilêm ve ne girêdayî bin jî, di her qadê de ferqek di navbera herdu alîyan de tê dîtin.
Azadîya jinê girêdayî rewş û pêşketina civakê ye. Her ku civak bi pêş dikeve û rewşa aborî xweştir dibe, bike neke asta refahê jî bilindtir dibe û pê ve girêdayî kêm zêde rewşa jinê jî tê guhertin. Her ku jin di warê aborî de bibe xwedî hêz û hefsarê wê ji destê zilêm derkeve, baş yan xerab zilma li ser wê jî kêmtir dibe û helwestên li dijî wê jî tên guhertin.
Di lêkolîn û raporên Yekîtîya Milletan û Konseya Ewrûpayê de hinek rastîyên berbiçav tên pêşkêşkirin. Li gora ku pispor û zanyarên civakî radigihînin, çewsandin û zilma li ser jinê ji destpêka dîrokê ve dest pê kiriye û heta bi îro hatiye. Bi taybet piştî ku dewra civaka mêyane (civaka serdestîya jinan) bi dawî hatiye û serdestîya nêrane dest danîye ser civakê, êdî jin ji çav ketiye, bê qîmet bûye û ji nêran re (zilaman re) bûne mal û serweta bikaranînê, jin û cêrî.
Di raporên Yekîtîya Milletan û Konseya Ewrûpayê de eşkere dibe ku toreya kujtina jinê, li welatên mîna Îsraîl, Rusya, Barbados, Meksika, Brezilya, Ekvator, İtalya, Îspanya, Yewanistan, Makedonya, Slovenya, Kanada, Mısır, Fas, Kenya û Hindistanê jî tên dîtin. Li gora îstatîstîkên Yekîtîya Milletan, di dinyayê de her sal zêdeyî pênc (5) hezar jin bi sedema ar û namûsê tên kujtin û bi dehhezaran jin jî raserî şiddet, zilm û zorê tên. Di sala 1993an de li Rûsya 14 hezar û 500 jin hatine kujtin û 56 hezar jin jî raserî şiddet, zilm û zorê hatine. Di heman salê de li Kenya ji %42 ji jinan bi berdewamî ji zilamên xwe lêdan xwarine. Di sala 1990î de li Hindistanê çar (4) hezar û 825 jin ji ber sedema mîratê (pêmayî- serwet) hatine kujtin. Li Barbadosê ji %33 û li Kanadayê jî ji %18 jin raserî tecawiz û bikaranîna zayendî hatine.
Li gora raporên Konseya Ewrûpayê, tore û kujtina jinê ya ji ber namûsê, ne tenê di nav misilmanan de, lê herweha di nav Hindû û civakên Xiristiyanan de jî rû didin, pêk tên. Di raporê de herweha tê gotin ku „her çiqasî kujtina jinê ya ji ber namûsê bi ol û dîn ve tê girêdan jî, lê di tu ol û dînan de destûr û rêbazên ku kujtina jinê qebûl dike tunene“.
Li gora ku di raporê de tê gotin, di ol û dînên heyî de ji ber namûsê kujtina jinê nehatiye helalkirin (li ser bextê rapora Konseya Ewrûpayê be). Lê ji bo ku civaka serdest civaka nêra (zilama ) ye û zilam dixwaze bi awayekî xwe mafdar derxe, xwe dispêre hinek şax û perên ola xwe û qetla jinê helal dike, li gora xwe bi civakê dide qebûlkirin.
Werhasil, li gora ku em Kurd jî parçeyek ji wê civaka paşdemayî û di bin hikimdarîya dewletên paşdemayî de ne, helbet wê mêrên Kurd jî par û qismetê xwe ji adet û toreyên wê civakê girtibin. Azadîya jina Kurd û guhertina mêrê Kurd jî bike neke bi refah û pêşketina civaka Kurd ve girêdayî ye. Her ku bandora adet û toreyên dewletên serdest li ser Kurdan kêmtir bibin û em Kurd xwe ji wan adet û kevneşopîyên dagîrkeran bi dûr bixin, bawerim wê helwest û rewşa mêr û jinên Kurd jî pê ve girêdayî bê guhertin û Kurd di her qadê de zêdetir nêzîkî azadîyê bibin.
Belê, jin dara şikestî ye. Lê ew dara şikestî dicebire, di tekoşîn û azadîya Kurd û Kurdistanê de dibe şirîka xebatê, şirîka hevparî û şikenandina nîrên koledarîyê…..
Amed
Kechê Bêrîvan’ê, welle te di cîgerim Lotikxanê da îmana me kurdên qirase tevda kir wekî shorba nîskê, wîîî. Yaw bi serê navê te yê efsunkî be kechko, de bila hêdî ji niha u pê va tenê jinkên kurd bi cho u dar u tifing u kêr u hesin kunê li mêran bikin wekî bazara qerechiyan dînime îmanime.
I realy like your great text! Can you write the essay topic for example? Because I know that a professional essays online service could compose well researched term papers of prominent quality.
Kechê KristinGk27, kechê kezîkurê ev chi nav e wîîî. Yaw heyatim tu bi ajanên Lotikxanê ra rudinî u radibî chi dikî. Bi serê navê fêtne u fêsadên ser tenuran be, dibêjin zimanê Lotikxanê yê resmî kurdî buye u Lotikxanê ji bo serlêdanên ajantiyê ev wekî shert di îmtîhanan da daye runishtandin kechko. Îcar tu chawa ji wê îmtîhana agirpêketî derbaz buyî ez nizanim. Kechê nebe nebe ku te ji ajanê/a li kêleka te runishtî kopî kiribe haaa
Mêre Kurdê MERXWAS!!! Fehm bikê! Jina Kurd jiyan e! Jina Kurd Şêr û Piling e! Jina Kurd Agir û Ronayî ye! Jina Kurd zarokên te xweyîdikê! Jina Kurd te xweîdike!!!
Qedrê jina Kurd bigire û wê êdî ne êşîne! Bila dayîkên kurdan dilşad û bextewer biminin!
Kurdo MERXWASO te heta kingê mînaka ji erebên misilmanên sextekar û qunek bigirî, û jin û dayîkên xwe biêşînî!
bere belkı jın dara sıkestı be le bı talake omete nu mer buna dara sıkestı wııııııııı.e go bı xwze bıbıne bere werıne swede u arnheıme hollanda……….