P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

JINIK Û MÊRÊ XWE


Xortê Dêrikî

 

Jinik û mêrê xwe ji paleyê vedigerin mal. Kela kela germa havînê bû. Loma gelekî westiya bûn û hîn ji gund re temamek rê mabû ku xwe bighîninê. Ji ber ku berbi êvarî bû, êdî reşahiyê jî hêdî hêdî xwe berra erdê dida.
Mêrê jinikê serê xwe rakir û hinekî li dûr nerî ku çi bibîne. Dîtina wî dît, melê gundê wan hinekî ji wan dûr li qiraxa rê, di ser kerê de ye. Xwe nêzîkî wî kirin, silav danê û mêrik ji melê re got:
-Wa seyda, ma tu di ser kerê de çi dike loo?

mele gundi
Melê nema dizanîbû ku wê çi bigota. Lê weke tê zanîn ku zemanê berê gotinên şêx û melan weke ayetan bû. Çi bigotina gundiyan ji wan bawer dikirin. Loma melê jî ji vê cesaret girt û got:
-Wele qaçika (boçika) kerê ketiye ez wê hiltînim.
Bi vê ê gundî hinekî mizmizî û got:
-Seyda heyran, wele qaçika jina min jî ketiye, heger tu bikaribe xêrekê bi me bike wê baş be. Ev bû çendak rebenê ji ber wê bi nale nal e.
Seyda nerî ku yê gundî hinekî kêm aqil e û gotê:
-Wele min ne dikir, lê madem rebenê ji ber wê dike nale nal ser çavan, ji bona xatirê xwedê û pêxember ezê vê qenciyê bi we bikim.
Piştî vê gotinê kêfa jin û mêr jî hat. Melê jî halê wan fêm kir û got:
-De ka bila jinik li ser piştê rakeve, heşa tiştên xwe derxe. Dema ez ketim ser divê tu jî bi gunê min baş bigire da ku gunê min bi wir nebe. Yan na wê destmêja min bişkê.
Gundî jî vê qebûl dike. Û mele hildikişe ser jina wî. Mêrik jî bi gunê wî digire da ku destmêja wî neşke.
Piştî karê melê diqede, mêrik û jina xwe dikevin rê û berbi mal de diherin. Mêrik bi ken ji jina xwe re dibêje:
-Keçê wele dema wî qaçika te hiltanî, min jî gunê wî hinekî sist kir ku bi wir bibe û destmêja wî bişkê…

22.01.2010

Ev nivîs 124 carî hatiye xwendin


Şirove bike