Kaplan îman li meselê çikand
Cemîlê Çargurçik
Gelî xendevanên Lotikxanê, ez doh li paytexta Swedê li Stockholma qeşa girtî çûm civîna go ji teref Federasyona Kurdên li Swedê ve hat amadekirin. Her çiqas min bixwe hê ti mane neda bê ka jibo çi Federasyona Kurdên li Swêdê ev civîn organîze kir. Jiber divê Federasyona Kurdên li Swêdê bi pirsgirêkên Kurdên li Swêdê tev bigere. Lê hezar mixabin Federasyona Kurdên li Swêdê jî wek gelek dezgehên din yê Kurdan, ev jî di çerçewa karê xwe de tev nagere.
Piştî min ev xeletiya bûyî destnîşan kir, îcar ez dixwazim çend gotinan di derbarê civînê de jî bînim ser zimên. Ez dixwazim pêşî mevanên ku hatibûn ezimandin bi we Lotikxanecîyan bidim naskirin. Na na min henek kir, ma kî wan qedirbilindan nasnake?
Meselen sayin pir qedirbuha serokê partiya KADEPê birêz Şerafettîn Elçî û dîsa sayin qedirbilind serokê HAK-PARê birêz Bayram Bozyel û meşhur Hasîp Kaplanê wekîlê parlamento yê bajarê Şirnaxê bûn.
Divê ez di serî de bêjim ku, min civînek di vê qadê de, ji vê civînê bê sewîyetir civîn nedîtine. Serok û nûnerên 3 partiyên legal ên Kurd, wek sê dîkên li kolanan li ber hev çîk bûbûn. Hele Hasipê me , kab avêtina bi panelîstan re gaza xwe nesitend û berê xwe da guhdarvanan û got: ‘’Hûn Kurdên li diyaspora bi kêrî serê du pîvazan nayên. Binerin, partiya me DTP hat girtin we tu jahr belan nekir, we tu xwe pêşandan nekirin” filan û fîstan. Yanî tabîr cayiz be, Hasîp efendî xwest bêje ku, hûn rûniştine û qûnê mezin dikin.
Ji xwe ez naxwazim serê we bi sayin qedirbilind serokê heta heta birêz Şerafettîn Elçî bêşînim, wedî berê senatorên dayîmî hebûn, ew jî di vê çarçewê de bû serokê dayîmî. Û ji xwe em tev zanin, dinya go li hawîrdorê serokan nezîvire, divê ew dinya bê hilweşandin. Ev jî mesela xalê me Şerefattîn e. Serokê dayim xalê me Şerefettîn, dîsa wek qalibê qeys teng seroktîya xwe di vê civînê de jî da xuyakirin.
Lê divê ez bê heqanetî nekim û heqê zikmezin Hasîp Kaplan jî ji bîr nekim.
Kaplan, ji xalê me Şerafettîn re got: “Kek Şerafettîn abê, we di hilbijartinan de çend ray girtin?”
Tabî Pilingê xwe negirt, domand û got: “Binerin, Şerafettîn abê ji roja ji diya xwe bûye serokê partîya xwe ye” û lotikên bêîman avêtin.
Werhasil, ne serokê KADEPê Şerafettîn Elçî, ne jî serokê HAK-PARê Bayram Bozyel, behsa projeyên xweyên di derbarê çareserîya pirsgirêka Kurd de kir. Tenê Şerafettîn Elçî di nav xeberdana xwe de got ku: “wan û Hak-Par ê Federasyon xistine programa xwe” lê behs nekir bê wê bi kîjan metod yan jî bi kîjan çalakiyan zorê bidin desthilatdariya Tirkiyê ji bo wan mecbûrî Federasyonê bi Kurdan re bikin. Yanî serokê dayîmî got ku: ” Em tev wek hev in, ferqa di navbera me de ew e ku, ez serokê dayîmî me. Yê din tev demî ne.
Axir, ger ez netîcakê ji civînê derxim, ezê bêjim; sayin zikmezin Hasîp Kaplanê ku heqaret li Kurdên dîasporayê kir 2-0 ev maç qezenç kir.
Haaaaaaa berî ez jibîr bikim!!!!!
Çend kesên din jî xwarina êvarê qezenç kirin…..
Seroka Federasyonê Shermîn xanim jî di navberê de jin dikirin mêr û mêr dikirin jin. Ne carekê û ne du caran her digot: Parlamentera BDPê Hasip Kaplan, seroka Kadepê Elcî û serokê jina Seyran….
Bi dilxweshî hewe pîroz dikim gelî rêvebirên LOTIKXANÊ, ku hewe derfeta shiroveyan daye xwendevanan. Ezê sibê binêrim, heke shirovamin hat weshandin bawerbikin ezê metelokên xwesh binivîsînim lê, ger hûn jî wek hinek malperên xêrnexwaz ,nivîsaran sansûr bikin ne hewceye xwe biwastînim, her di serîda dibêjim û cardin dibêjim ez hewe pîroz dikim. Li gel silav û rêzên xwe bimînin di nav xweshîyanda.