Kurd bapîrên Ewrûpîya ne
Kevîn Kurdson
Li Zanîngeha Leicestera Brîtanyayê, lêkolînek balkêş li ser gen û DNAyên zilamên Ewrûpî hat kirin û encamên balkêş ji lêkolînê derketin der.
Di encama lêkolînê de derket holê ku bapîrên piranîya zilamên Ewrûpî ji Kurdistan û Mezopotanyayê ne.

Li gora lêkolîna ku li ser Ykromozonên zilamên Ewrûpî hatiye kirin, eşkere bûye ku bapîrên zilamên Ewrûpî yên îro, berî bi 10 hezar sal berê wek cotkarî ji Kurdistan û Mezopotanyayê koçberî Ewrûpayê bûne. Ango; zilamên Ewrûpî yên îro, torin û nevîyên wan cotkarîyên Kurd in.
Îcar hûn fahm dikin bê ji bo çi gellek gotinên Kurdî di nav zimanên Ewrûpî de hene gelî xwendevanan? Ma law Ewrûpî torinên me ne ha, wey!
Li gora ku rojnama The Independent nivîsandiye, zanyarên Zanîngeha Leicesterê lêkolîna xwe ji Îrlandayê dest pê kirine û heta bi Kurdistanê şopandine. Di vê lêkolînê de silsileya kromozonên Y grûba R1b1b2 haplo yên zilamên Ewrûpî hatine pîvan ku ev kromozon jî bi 110 milyon zilamên Ewrûpî re heye.
Kromozona Y zayenda zilaman kifş dike û ev jî ji bav derbasî zarokan dibe. Di zilaman de yek X û yek kromozona Y heye. Di jinan de jî du X hene ku zayenda wan kifş dikin.

Lêkolîner li ser vê bingehê derketine rê û DNAyên zilamên Ewrûpî û yên Rojhilata Navîn (Kurdistan û Mezopotamya kevin) dane ber hev. Di encama berhevdanê de eşkere bûye ku ew kromozonên Y û DNAyên zilamên herdu erdzemînan pir nêzîkî hev in û hetta li Îrlandayê ji %100 hevdu digrin. Zanyar gihane wê bawerîyê ku bapîrên Îslandî û Ewrûpîyan gundî û cotkarîyên Kurd in û ew jî berî bi 10 hezar salî ji Kurdistan û Mezopotamyayê koçberî Ewrûpayê bûne.
Ji alîyê din rojnameya The Independent, bi vê mijarê ve girêdayî iddîa kir ku teknîkên cotkarî, nêçîrvanî û danheva fêkî û zerzewatan ji Kurdistan û Mezopotanyayê derbasî Ewrûpayê bûye.
Yek ji zanyara lêkolîner Patricia Balaresque, da zanîn ku li gora lêkolîna wan, derketiye holê ku ji %80 kromozonên Y yên zilamên Ewrûpî ji cotkarîyên Kurdistan û Mezopotamyayê derbasî Ewrûpîyan bûye.
Werhasilî kelam, em Kurd bapîrên Ewrûpîya ne. Ne tenê Ewrûpî, ji ber ku Adem û Hava jî li Adena (bihuşta) Kurdistanê çêbûne, Kurd bapîrên dinyayê ne û hûn ji min re sax…
08.02.2010- London
Jiyan Cîrokê!
lawo de jı wan tiste puç berdın.tırk wan cıroke be zad dıkın.em kurd jı bı eşe wan ketıne wek ku dıbejın uzum uzume baka baka kararır.weca em gela dıkın wek xwe.ku em kale avrupıye bane wı devleteke meje hebuna.
heger jiyan cirok be ; ma rasti ciye ?