P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Li herêma Kurdistanê yan li Kurdistana Herêmê


Bazê Qendîlê

Li van tirr-tirrên sitêran binêrin û tê derxin bê jimar çend e, barên wan çiye û dibin ku:

- Gaz e, dibin ji xelkê Helebçe re

- Benzîn e, wê belaş bidin xelkê ji bo ku dengên wan misoger bikin

- Mazot e, wê belaş bidin cotyaran ji bo giringiyê bidin çandiniyê û êdî bacan û pîvazan ji derve hew bînin

-  Petrola reş e, dibin Îranê bi nîvê nirx difroşin

- Petrola reş e, ji Çeq-Çeq tînin da ku wê ji hev derxînin û du qat bifroşin hevwelatiyên Kurdistanê

- Bi roj 100 stêr in, ji bo xelk nebêjin hukûmet diz e

- Bi roj 200 stêr in, ji ber xelk xistine bêrîka firingan

- Bi şev 200 stêr in, ji ber xelk wan nabînin

- Bi şev 300 stêr in, ji ber ew xelkê nabînin

esek

De tê derxînin û bersiva xwe bişînin ji serokatiya hukûmeta Kurdistanê re. Îcar yan wê we xelat bike û yan jî wê navê we di pelik û melikên reş xe, ji bo hûn êdî Kurdistanê  di xewnên şevan de jî nebînin. Îcar hûn û bextê xwe!  

Kurdistan, 19.02.2010

Ev nivîs 280 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “Li herêma Kurdistanê yan li Kurdistana Herêmê”

  1. Yaw babam chi tofan di ser Lotikxanê da hat. Welle sayin cîgerim Lotikxane we li hemberî xwandevanan bi mesuliyetî hereket nekiriye u qîmeta pîzavekê jî nedaye agahdarkirina wan law. Ma mirov li sed hezaran kesan tishtekî weha ji xwe razî dike? Welle bîlle nabeeeeeee u hew!

Şirove bike