P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Ma gur bi aqil dibe?


Bazê Qendîlê

 

Li binxetê gelek qerf, henek û pêkenok hene. Pir caran jî miletê me li wir pêkenokan li ser hev dibêjin. Îca li wir Xerbî û Aşitî hene, yani yên rojhilatê bajarê Qamişlê ji wan re dibêjin Aşitî û yên rojavayê bajêr jî navê Xerbiyan li wan kirine. Di nav Aşitiyan de jî beşek koçer hene. Erê lo, wek mesela Smaîlê din û Newafê Amûdê ku bajarê Amûdê li xwe parve kiribûn. Newafo ji Smaîl re gotibû: Hema aliyê rojhilatê çem ji te re û aliyê rojava ji ji min re. 

asiti Kopie

Dibêjin carekê koçeran li gundeki nêzîkî Dêrika Hemko gurek girtibûn, ben xistibûn histûyê wi û ew anîbûn nava gund. Koçerên me li hev civiyabûn, çi bikin, çi nekin ji wi guri û bang li şêwirmendên xwe kiribûn!

Pişti guftûgoyek dûdirêj, li ber wê roka havinê ku, kef û xwêdan bi dev û eniyên wan ketibû, hemi bi hevre gihiştibûn vê biryarê: Emê gur têxin çalê û sê roj û sê şevan wî birçî bihêlin, piştre emê berxekî jê re bavêjin. Eger gurê me bi aqil bûbe, dev navêje berxikê, lê ku ew xwar yanî hîn gurê berê ye.

Koçerên me yên delalî biryara xwe ya dîrokî bi cîh anîn û dema berxik jê re avêtin, îca guro te çi dît…! Gurê birçî û berx bikeve nav lepên wi, gelo wê çi jê bike? Hema ew parçe parçe kir û kete ser dilê wî. Gur ji çalê derxistin û cardî şêwirmend li hev kom bûn ji bo sizadanê.

Gotin: Galonek benzîn bi ser dakin û agirekî berdinê. Dema agir bi gur ket, gurê dev bi xwîn ji waca nava xwe, xwe ji nav destên wan filitand û bi çolê ket.

 Ê, zad û dexl jî bejnekê dirêj in û li ber çinînê ne! Gurê agirpêketî li vî alî xwe li nav zada xist û li wî ali xwe li nav xist, hawîrdora gund bû agir û cehneme û pêtên agir di ezmana re derketin! Zad şewitîn û destên gundiyan man li ber rûyên wan!

Werhasil, îca niha di nav koçeran de mahkema gur bi nav û deng e.

Îca heyran, heger gur bi aqil bibe, wê ev bêbavên Tirkan jî rojekê bi aqil bibin û bên ser riya rast! Lê ez bi serê xaltika Fatê kim, eger deve (hêştir) di qula derziyê re jî derbas bibin, ev teres kurên teresan nayên ser riya rast û insanan û nabin mirov. Qet bawer nekin ku rojek bê em û Tirk yan em û Ereb yan ji Fars bikaribin bi hevre bijin. Ê welle ne çavên me li hev diçin, ne zimanên me li hev diçin, ne cilên me li hev diçin û ne jî nizanim çî me li hev diçin heyran!

 Îca ev çiye her roj qêr û hawara me ye: Birati, demoqrasi û nizanim çi quzê kerê!

Hey min di wilo birati û demoqrasi kiro erê welleh û hew!

06.01.2010- Kurdistan

Ev nivîs 200 carî hatiye xwendin


Şirove bike