Mala xwedê ava, vê carê yekî xort bû serokê me
Ehmed Beyan
Şikir ji xwedê re, vê carê xortekî qirase bû serokê partîya BDP û kêfa me anî. Hem jî xortekî ciwan, çeleng, xweşik û seksî. Yanî Selaheddîn Demîrtaş lo. Wey li ser xêrê be û xwedê miradê wî bi 70 horîyên bihuştê bike rebbî…
Axir, li ser bextê fitne û fesadên nava BDP be, dibêjin kongreya BDP bi lotik û coşek mezin çêbûye û dê weledê xwe avêtiye.

Di kongreyê de Selaheddînê bûye serok û xaltîka me Gultan Kişanak jî bûye cîgir. Balkêş e ku xaltîka me Emîne Ayna nebûye seroka BDP û bi wî zimanê xwe yê xweş dest bi lotikan nekiriye. Lê bi dîn û îman kêfa min ji serokatîya Seloyê me re hat ha, xwedê heye.
Dibêjin di axavtina xwe de serok Demîrtaş (ecêb e ha, hem hesin e û hem jî kevir e kuro) daye bin dûvê partîyên dewletê û qûş li wan qetandiye. Bi taybet di derbarê zimanê Kurdî de Demîrtaş lotikên xweş avêtine û bang li herkesî kiriye ku bi Kurdî biaxivin û perwerdeya xwe bi Kurdî bikin. Aha ev lotik lotikek bi îman e ellawekîl.
Neyse, ez bi navê Komîta Sîxurên Lotikxayê yên Enqerê serokatîya Selaheddîn Demîrtaş pîroz dikim, hêvîdarim ewê di pêşerojê de lotikên Kurdewarî virde wêde bavêje xelkê…
01-02.2010- Enqere
pirozpeeeeeeeeeeeeeeeeeee