Mela Bextiyar û bacanên demokrasîyê
Xortê Torî
Ji demokrasîyê xweştir tuneye. Aha ji we re nîşana xweşbûna demokrasîyê gelî xwendevanan.
Berî 2 hefteyan endamê mekteba siyasî ya YNK Mela Bextiyar derket sefera derveyî welêt. Bi armanca ku ji xebata siyasî zêdetir xebatek rêxistinî bike, hate Oslo jî.

Mela Bextîyar li Oslo seminarek bi navê „Di prosesa demokrasîyê de Kurdayetî“ de pêkanî. Mela Bextîyar wisa xweş kir ku meriv dikare her tiştî bi serbestî bêje. Kakacan demokrasî kir şîr û şekir û av bi devê mêvanan xist, girêza wan metrokê herikand.
Axir, Mela Bextîyarê me wisa pesnê demokrasîyê da ku yek ji beşdarvanên semînarê bi sira ket, wek hespên Bahman Gobadî serxweş bû û ji eşqa demokrasîya zêde bacanên sor wek fîşekên keleşkofê avêtin Mela Bextîyar.
Werhasil, di dawîya lêpirsinê de derket holê ku kesê bacan avêtiye Mela Bextiyar sofîyek ji tarîqata Goran e.

Di dema avêtina bacanên sor de hinekî tevlihevî bi beşdarvanên semînarê re cêbû û gotin qey sofîyê tarîqata Goran bombe avêtiye Mela Bextiyar û ziravqetandî bûn. Lê di dawîyê de teyrên baz aramî paraztin, xwedîyê bacanên sor girtin û revandin.
Ez serê we neêşînim, semînara demokrasîyê bi avêtina bacanên sor xemilî û xweştir bû. Îcar wê Mela Bextiyarê me carek din behsa demokrasîya zêde bike yan neke ez jî nizanim.
Kurdên me vê carê bacanên sor avêtin siyasetmedarên xwe. Îcar wê kengî wextê avêtina „xiyaran“ bê xwedê zane…
29/01/10- Oslo