P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

NANÊ TENÛRÊ Û LOTIKA NÎLUFERÊ


Bavê Ronahî

n  f 

Nanê tenûrê gellek xweş û bi sehet e. Herweha çêkirina wê jî zêde bi zehmet û talûkeye. Pirê caran dema dayik nan dipêjin, zarok jî diçin cem wan rûdinên. Lê mixabin hinek caran rastî bûyerên xisardar tên, dikevin tenûrê û bedena wan dişewite. Li ser hindê jî çanda patina nanê tenûrê li Cûlemêrgê berdewam e û di her malek xwecihê Culemêrgê de tenûrek heye. Cûlemêrgî wê çandê bi hizaran salan vir de dijînin.

Nîlufer Akbalê jî di bernama xwe ya Bûka Baranê de berpirsê Çapxana Deng  Kamer Beysûn kiribû mêvan.  Wî jî çend pirtûkên çapkirî anîbûn, yek ji wan jî pirtûka M.E. Borzarlan Mem û Zîn bû.  Bixwe Nîlufer jî li wê digerya !

Kamer Beysûn got: “ Me berî 10 salan ev pirtûk wergerandibû Tirkî, lê polîsan dest danîn ser 2000 liban û heta niha jî li cem wan in.

Li ser vê gotinê, Nîlufer wek  tenûra sor  germ bû û got:” Em bangî dewletê dikin! Em pirtûkên xwe, dîroka xwe, edebîyata xwe, muzîka xwe û cenazeyên mezin û ronakbîrên xwe yên windabûyî dixwazin!  Em hêj jî nizanin ka cenaze û  qebrên wan li kîjan deverê ne . Em van hemûyan dixwazin û ev heqê meye” û  lotikek şêhrane li dewleta romîyan xist.

Wek zaroyê bikeve nav tenûrê, bê tirs xwe avêt nav agir û doza hemû vindabûyînên neteweya Kurd di kanala dewletê TRT6ê de, li dewletê kir û yên ku jê re dibêjin cehş e rûreş kirin.

 Gellek spas hunermenda  hêja. Tu her hebî û her bijî û xelas..

Ev nivîs 282 carî hatiye xwendin


Şirove bike