P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Nerevinin, piştre poşmani fêde nake


Hesen Almas

Li ser bextê fitne û fesadan ve, dibêjin dezgeha karûbarên ezmanî ya Amerîkayê NASA,  balafirên xwe yên ku wek Discovery û Endeavour tên binavkirin û 86 caran firyana fezayê, dane ber firotinê. NASA yeka wan bi 29 milyon dolaran dide ber firotinê û kesên ku bixwazin herin li ezmanê heftan, li Hîv, Mars û Satûrnê seyranê bikin, divê vê fersendê nerevînin.

space_shuttle_10

Li ser bextê xelkê be, dibêjin di serî de NASA dixwest yeka wan bi 42 milyon dolaran bifroşe. Lê fesadekî Amerîkî ji rayedarên NASA re gotiye: “Kuro ji xwe tirr di Discovery û Endeavour de nemaye, bûne wek kerên piştkurmî. A baş buhayê wan daxin qe nebe belkî hema xwendevanên Lotikxanê ji xwe re bikirin û herin li ser Marsê Kurdistanek serbixwe damezrînin. Çawa be li dinyayê nikarin Kurdistanek serbixwe û yekgirtî damezrînin, hema bela bifirin ezmanê heftan, Kurdistana xwe ava bikin û ji van qûnreşên Tirk, Ereb û Eceman rizgar bibin” filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim gelî gunikreşan, Discovery û Endeavour bi 29 milyon dolaran derdikevin mazatê. Kesên ku bixwazin van bûkên serbixêlî bikirin û herin li Mars û Hîvê Kurdistanek azad damezrînin, serî li Lotikxanê xin.

Haaaaa, qomisyona me %10 e haaa, êdî tiştekî belaş nemaye cîgerlerim. Çawa ku Kurdekanên başûr ji şîrketên Tirkoleran qomisyon û bertîla xwe distînin û xurcikên xwe dadigrin, emê jî ji îro û pêde %10 heqdestê xwe bixwazin ellawekîl..

De haydê, fersend ev fersend e, bibin xwazgînîyên Discovery û Endeavour û herin li ezmanê heftan bi xar û qirûş bilîzin kaka….

Ev nivîs 152 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Nerevinin, piştre poşmani fêde nake”

  1. Na kaka nabe, gellek bihaye.
    Ya min kerekî şamî heye û tir jêda nemaye guhê wî şor bûne.Ez bifroşim ji kelêk naye. Lotikxane dewlemende qerdeslerim, bila bikiri û bide îcar. Nebû bila ji axayê mala Sîno sayin cox qiymetli Ahmet Paşa deyn bike. Zilam xwedîyê cil gundane.
    Em kate baş cîgerlerim.

  2. Yabo serokè Qun mezin u zik mezin, bo me kurdan 5 devleta kurdi ava bikit.1.devleta konfederal u ekolojik.2.devleta federal.3.devleta kemalist u cumhuriyet.4.devleta demokratik cumhuriyet.5.devleta kominal.edi ne hevciyà masari u apollo yabo.ma ez dinim.bila pare li berik bi bit. devleta kurdistana serbxwe dur u gelek bihayi.erzan,erzan yabo belku be pare.formul a viè li ba serokè Qun mezin u zik mezini yabo.

Şirove bike