Pere hebin herkes Kurdan nas dike
Azad Zaxoyî
Çavê peran birije. De bera niha petrol û perên Kurdekanên me tunebûna û bela xelkê behsa Kurdan bikira û bihatina li Hewlêrê konser bidana, şîrket û konsolosxaneyên xwe vekirana. Ax gidîîîîîîî ev pere çawa dikutin mere, wax!
Dibêjin niha jî modeya stranbêjên Libnanî li Hewlêrê dest pê kiriye. Stranbêkên ku di jiyana xwe de navê Kurdan nebihîstine û ew nas nedikirin, piştî ku bêhna peran ketiye pozê wan, yeko yeko dikevin dora tenûra Hewlêrê û tên konseran didin Kurdekanim. Ê helbet Kurdekanên me jî tama devê xwe zanin haaaa, balkêş e ku ne stranbêjên seksî û doxînsistbin jî nayên Hewlêrê bavo.

Dibêjin piştî Necwa Kerem, lotikvana Libnanî Elîssa jî xwe li Hewlêrê ba daye û toz û dûman bi ser serê Hewlêrîyan xistiye. Elîssa ya ku ji çapemenîyê re dibêje:” Ev cara yekemîn e ku ez ligel Kurdan didim û distînim. Berî ez bêm Kurdistanê min Kurd nas nedikirin“ filan û fîstan.
Erêêêê erê…..
De bela pere di meselê de tunebûna, bê birastî wê Elîssa xanim Kurd nas bikirana û bihata li Hewlêrê lotik bavêtana! Lê ji berê de dibêjin: „Pere dikutin mere“ baba, ne sûcê Elîssa xanimê ye.
Lê ya xweş dibêjin berpirsê pêwendîyên derve yê hikûmetekanim canekem Felah Mistefa, pêşwazîya Elîssa xanimê kiriye û nazik nazik bixêrhatina wê kiriye.
Ê helbet canim, ma kî naxwaze gepa xweş bixwe baba?
Zaxo
Vi gidi §erma giran.ma tu ci da u stand?lele narinè tu ji Qunre§ayi?