Piştperdeya Romeo û Julîet!
Senger Îloz
Kurd êdî hewl didin piştî 200 salan dest bi lotikên xweş û geş ên şangoriyê bikin. Li gorî saloxên fesadên Taqsîmê, şanogerên me yên modern ên Kolana Îstîklalê û Beyoxluyê ku li ser şêlimên Kercosê sond xwarine wê lotikeke bêîman bavêjin! Lê Lotikxane lotikeke xweştir davêje û piştperdeya Romeo û Julîet eşkere dike.
Lotikxanê piştî xebatên xwe yên rewşenbirî û çandî yên li ser berhema navûdengî ya William Shakespeare, Romeo û Juliet çend replîkên vê lîstikê bi dest xistin. Kerem bikin bixwînin. Lê eman eman behsa vê lîstikê ji dergistiyên xwe re nekin!

1-
Romeo: Waaa keçika bedew! Navê te çi ye lê? Xecê ye, Zîn e, Binevş e nayê bîra min lê tiştê zanim tu weke hîva çardeşevî diberiqî. De ka bêje ji min re keçê, tu çima min na hebînî?
Dixwazî here ji Xaltîka Fatê bipirse weleh bileh ew jî dizane di ser min de mêr tune ne.
Ê de bêje lê çima van rondikan ji çavê min dibarînî û min ji bihûşta xwe bêpar dihêlî?
Ma tu nabînî ez weke gayê li trênê matmayî dinêre li ezmanê heftan çavê xwe li te digerînim.
Na! Tu jî zanî lotikên min wê te bieşînin û lewma ji min direvî!
Julet: Waaa Romeo! Tu çima weke Mem ne lihevhatî û qeşengî lo? Ka ji min re bêje! Tu zanî ez qet ji derewan hez nakim. Te 300 sal berê çav berdabû kîjan keçikê ha?!
Awirên xwe ji min ne revîne û bes viran bike! Min ji hevaleke xweyî gelekî nêz bihîstiye. Heta ew jî wê keçikê nas dike. Navê wê jî Zîn e!
Tu çima ji min vedişêrî? Haa berî ji bîr bikim wê rojê Xaltîka Fatê jî çend gotinên ne xweş li ser te û tolaziya te kirin. Ma ez çawa bi te bawer bibim lawê nizanim çi? Ez destê xwe didim ku dera te yan tir jê tê yan jî vir kuro!
Lê ez dîsa jî di şibakeya kadinê de weke çêleka ku bêrîvan şîr jê didoşe çavê xwe li ezmanan li te digerînim.
2-
Romeo: Belê bi wî Xwedayê mezin û dilovan kim ji te fêm dikim. Lê ji bîr neke Juliet, ez ne Mem im. Û Beko jî niha li welatê me najî û rebenê xwedê ji bo karekî demsalî bar kiriye çûye welatekî din. Lewma divê tu bi min bawer bî. Baweriya xwe qet bi lotikên Xaltîka Fatê neyîne. Her çiqas ne yeke virek be jî carna valahiya Beko ew tije dike û me berdide hev keçê.
Ma qey bi serê wê ketiye em kirîvê hev in. Ma tu nizanî Şivan Perwer ev mesele ji hev safî kiribû û kirîvtî mirîvtî ne hişti bû. Ka bêje ji min re Julîet, ma ez mecbûrim sinet bibim! Dînê me ne yek be jî mane em jî di eynî doxînê de dimîzin keçê!
Belê ez niha baş ji te fêm dikim Julîet. Xuyaye tu min naxwazî û te dil daye wî lawikê Zembîlfiroş ku ji bîrçîna bêhneke genî ji devê wî tê!
Juliet: Yaw kodika kemaçê ez tiştekî ji te fêm nakim. Ka ev çi ye tu wisa tewşo mewşo tiştan dibêjî? Ma ewê ku hatiye li hawîrdora min digere û bûye perwane ne tu yî? Ma ev jî derew e kurê cermenên pozbilind!
3-
Romeo: Erê tu rast dibêjî. Ma çi bikim hermet. Min hew xwe girt û ez hatim. Lê ji bîr neke ez ne vala hatime. Min gelek şîret ji pêxwas û qiriqên Diyarbekirê standine. Û min jî biryar da ku êdî weke wan li daweya xwe xwedî derkevim.
Heta doh min tiştekî pir eyb jî kiriye. Lê çi bikim madem tu dibêjî derewan neke naxwe ezê bêjim. Ka guhê xwe bîne bila kes pê nehise. Min bi dizzzzîka ji te hez kiriyeee şişşşş!
Ji ber vê ez niha jixwe nefret dikim. Ma ezê çawa êdî derkevim sûkê û herim xançepekê keçê?! Hemû tu bûyî sedem!
Juliet: Axxx Romeo ma te çima berê ev ne got kurê sê? Ku te berî niha ji min re bigota, ma min ji wî qeşmerê ku selik dane ser milê xwe û li kolanên Ferqînê digere hez dikir?!
Heta berî wî jî ku te ji min re bigota, ma min diçû ji Mem ê ku şewka xwe avêtibû nav ava Heskîfê hez dikir!
Axxx Julîet, carna wextê te dibînim Mem bibexşîne Zembîlfiroş na looo Cembelî yan jî Siyabend tê ber çavê min! Axx û waxx tu nizanî min çi lotikên xweş bi wan re diavêtin. Lê her ku tu li tenişta min bûyî jî sed heyf û mixabin ku min te ne dîtiye!
Dawiya vê lîstikê niha ne amade ye. Ji ber ku di nav çanda welatê ku wê ev lîstik lê bê pêşkeşkirin de gelek alternatîfên hesûdî, xapandin, xêrnexwazî û bêmiraziyê hene û her wiha ji ber ku serê me jî tevlîheve me ev beş vala hişt!
Jêrnîşe: Provayên Romeo û Julîet ji aliyê Şanoya Avesta ve didomin. Em li ser navê mendîlfiroş, tînercî, torbecî, hewî û zirbavên zarokên kolanên Beyoxliyê bi hêviya lotikên xweş û geş serkeftinê ji wan re dixwazin.
em jî evînê dixwazin lê ne bi vê ecebê yabo. Elawekîl deh mêr jî têra vê Julîetê nakin!!!
Kekê Barzan, di Lotikxanê de bi vî awayî argo nayê bikar anîn. Hin peyvên te bi kar anîne ne li gorî asta mîzahê ne. Ji kerema xwe em zimanê xwe ewqas jî xerab nekin!