P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

PIŞTÎ..


Adil Dûran

 

 

Tiştên berê bi mane û bi tahm bûn.

Ji rojan rojek lawik ji bavê xwe tika dike:

-Yabo, her roj van barê êzingan bi piştê dikşinim ber deri. Êdi pişta min kul bû.Vaye hêştirek bi zêreki didin û gelek erzan e. Dixwazim tu ji bo min hêştirek bikiri..

-Nabe kurê min, ne dema xwe ye.

Û gelek sal dibuhurin..

Denkende_97

Bavê wi lawiki deh zêran dide û hêştireki tine ber derê malê û girê dide. Lawik şaşmati dimine:

-Yabo, çend sal berê hêştirek bi yek zêri bû te ne kiri û ez di bin wan piştiyan de bûm nivmêr. Niha bi deh zêran hêştir…ma ev dibe?

-Niha  pêwist e û dema xwe ye…

Berê rêxistin hebûn û em xort bûn. Ketin bin bar û piştiyên rêxistinan. Lê daxwaziyên me ji hebûn û hin jêhatiyên me ji wek muzik, şano û gelek huner û marifetên din derfet kêm bûn. 

Carcaran me ji bo pêşvebirina hunera xwe hin hacet ango alikari daxwaz dikir..

Ji bo muzikê derxistina CD

Ji bo xebata wêne nift, firçe û hacetên cûrbecûr.

Çabkirina pirtûkan…

Digotin:

- Ne dema xwe ye…

- Ma rêxistin ji bo çi hatiye afirandin?

Keda salan bi  wan piştiyan badilhewa çû, iro em mane serbixwe û bi tenê..

Tiştên berê bi mane bûn…

Wek bûyera Temelê Laz.

Zarokên temel çênabin. Ji bo ku malxweya wi bi tenê nemine, ji wê re pisikeki tine. Lê pisik xezeba xwedê ye. Di hundurê malê de li ser cihê wi rawesti nahêle ku Temel pişta xwe rast bike.Temel ji pisikê aciz dibe û biryar dide ku pisikê bibe deverek dûr berde û jê xilas be. Her ku pisikê digre û dibe li dûr berdide, her carê pisik ji wi zûtir xwe davêje malê. Rojekê bi trenê bi rê dikeve û diçe bajareki dûr û xerip û li wê derê pisikê berdide nav kolanan. Lê mixabin vê carê Temel rê şaş dike û nikare rê derxine. Pişti gelek hewldanan ji malxweya xwe re telefon dike.

-Fadime, min rêya malê winda kir..

-Weyy! Vaye pisik hate malê, çawa dibe?

-Ka ji pisikê re bibêje bila ji kerema xwe ji min re rêya malê salix bide..

Niha dem hatiye…

Û me di nav van salên giran û mirovkuj de rêka malê winda kir.

Bar û piştiyên me ji êdi giran in û gunehbar ji bûn!

Kerem kin rê ji me re salix bidin..

Da ku em ji van piştiyan azad bin….

06.01.2010

Ev nivîs 149 carî hatiye xwendin


Şirove bike