P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Rojîna me ji qemeran hez dike bavo!


Rojda Aydin

 

Peyamnêra „Haber 7“ Nursen Tozkoparan, hevpeyvînek qirase û xweş bi Rojîna me re kir û lotikek bi îman avêt.  Rojîna me vê carê pir kemlane û bi giranî bersiva pirsên Nursen Tozkoparan xanim (çi paşnavek ecêb kuro, îcar Tozkoparan ha) daye.

Rojîna me di hevpeyvînê de behsa gellek mijarên girîng dike û toz û dûmanê bi ser serê xwe û Tozkoparan xanimê dixe. Ji pirsgirêka Kurdan bigrin heta bi mijar û pirsgirêkên şexsî, yeko yeko tên rêzkirin.

rojin dawi

Her çiqasî Rojîna me di warê jina Kurd de mêrên Kurd gunehbar dike û dibêje „Kurd qedr û qîmet nadin jinê“ jî, lê bi gelemperî hevpeyvîna wê maqûl e, xweş e û zimanê Rojîna me sax be, ber bijî!

Lê tiştê herî zêde bala min kişand çi bû hûn zanin?

Rojîna me ji zilamên qemer (esmer-reşo) hez dike. Aha min ev nizanîbû ellawekîl!

Rojîna me di hevpeyvîna xwe de dibêje: „Sedem çiye nizanim, lê zilamên gewr û spî qet bala min nakşînin, zilamê ez dixwazim divê wek min latîn, yekî qemer, yekî tam reş be. Ne qemer bin bandorê li min nakin“ filan û bêvan.  

Piştre Rojîna me naxwaze bizewice, lê herweha dixwaze bibe xwedî zarok. Hem jî dixwaze navê kurê xwe bike Brûsk yan jî Bawer. 

Xuyaye piştî zewacê çavê Rojîna me ji zewacê tirsiyaye. Lê dîsa jî dibêje ku heger ew ji dil evîndarê yekî bibe, ew difikire ku pê re bizewice. Helbet nîjad û zimanê kesê ku jê hez bike ferq nake. Ji bo wê insan insan e. Wilo dibêje Rojîna me.

Rojîna Omerî, di derbarê helwesta zilamê Kurd de lotikek kesanedî davêje. Dibêje:“Gava mêrê Kurd bi jinek Tirk re dizewice, jina xwe dibe baran (meyxanan) û wê dixe nav jiyana sosyal. Lê ku jina wî Kurd be, wê ji malê dernaxe, qîmetê nadê, qedrê wê nagre. Lê jina Tirk kare zilamê Kurd li ser tiliya xwe bizîzikîne û tirrê jê berde“ filan û bêvan.

Di vir de ez sedî sed heq didin Rojîna me. Ji xwe Rojîna me jî behsa pirtûka Albert Memmî dike û kesayetîya insanên serdest û bindest li bêjingê dixe.

Li gora gotinên wê û gotinên Albert Memmî, „insanên serdest karin insanên bindest li gora dilê xwe bi kar bînin. Ji ber ku kesên bindest (wek Kurdan) dikevin nav kompleksa bindestî û xwepiçûkdîtinê û haşa min hizûr qûna insanên serdest (çi jin çi mêr) dalêsin, karin bi her awayî bên bikaranîn.. Ji ber vê kompleksa bindestîyê ye ku zilamê Kurd jina Tirk datîne ser serê xwe, lê jina Kurd di malê de hepis dike“ filan û bêvan.

Ez serê we û Rojîna me neêşînim, Rojîna me ji zilamên qemer û reş hez dike gelî xwendevanan. Ne zilamên qemer bin, zilamên gewrik û nermik bandorê lê nakin.  

Îcar tembîya min li we zilamên gewrik, spîçolkî, çavşîn û çavpisîkî be. Eman eman hûn xwe nêzîkî Rojîna me nekin. Bi şeş telaqên mêrberdanê, wê Rojîna me bi sol û şimikên Omerkî bera dû we de haaaaaa…

25.01.2010- Stenbol

Ev nivîs 116 carî hatiye xwendin


Şirove bike