P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

ROMANEKE ŞOREŞGERIYÊ



ROMANEKE ŞOREŞGERIYÊ

Lokman POLAT
 lokmanpolat2000@yahoo.se

Dîroka romannivîseriya kurdî ya bakurê Kurdistanê û weşandina romana kurdî a yekem bi Brîndar dest pê dike. Helbet li hersê parçeyên Kurdistanê romanên kurdî hîn zûtir hatine nivîsîn û weşandin.

lokmano

Dîroka romannivîseriya kurdî ya bakurê Kurdistanê û weşandina romana kurdî a yekem bi Brîndar dest pê dike. Helbet li hersê parçeyên Kurdistanê romanên kurdî hîn zûtir hatine nivîsîn û weşandin.

Kurdên kafkasyayê -yên Sovyeta berê- jî ji zûve romanên kurdî nivîsîne û weşandine. Lêbelê li Kurdistana bakur romannivîserî di şert û şûtên penaberiyê de, li xerîbiyê, anku li Ewropayê weke edebiyata kurdî a sirgûnê bi Brîndar dest pê kiriye, bi Mehmed Uzun geş bûye û bi nivîskarên kurd yên romannivîser, yên li sirgûnê (herwekî Laleş Qaso, Firat Cewerî, Lokman Polat, Mustafa Aydogan, Mihemed Dehsiwar, Mazhar Bozan, Silêman Demir, Hasan Akbal û hwd,) romana kurdî ber bi dewlemendbûnê ve çûye. Li romannivîserên kurd yên li sirgûnê, romannivîserên kurd yên li welêt zêde bûne û hejmara romanên kurdî ji dusedî zêdetir bûne.

Dema Brîndar li nexweşxaneya Almanyê bûye, du pirtûk nivîsiye. Yek jê navê wê “Keça Kurd Xanê” ye. Di bin sernav de “Romana Kurdî” hatiye nivîsîn. Ev pirtûk 84 rûpel e. Di rûpela dawîn de û di berga dawî de du helbest hene. Herdu helbest jî yên Brîndar in.

Brîndar ji bo “Keça Kurd Xanê” ku wek romana kurdî bi nav kiriye, pêşgotineke pênc rûpel nivîsiye. Ew di pêşgotina xwe de behsa evînê û evîndariya welat dike. Ew di vê pirtûka xwe de -ku mirov dikare wek kurteromaneke binav bike- jîrîtî û desthilanîna keç û jinên kurdan rave dike û herweha ew berhema xwe diyariyê keç û xortên kurdan dike.

Pirtûka Brîndar a duyem di sala 1983-ê de hatiye nivîsîn û navê wê “Soro” ye. Pirtûk 179 rûpel e. Di berga pirtûkê a pêşîn de wêneyeke kurdekî pêşmerge û di berga paşîn de jî nexşeya Kurdistanê hene. Di nav romanê de 16 wêneyên balkêş yên kurdan û derbarê kurdan de hene. Di romanan de weşandina wêneyan amatoriya nivîskar dide nîşandan. Ji bo ku roman li ser bingeha kurdayetiyê ye û ji bo armanca ravekirina doza netewa kurd û herweha ji bo siyaseta kurdayetiyê weke haceteke propagandayê hatiye amade kirin, lewre jî wêneyên ku reng û naveroka xwe siyasî di pirtûkê de, di nav rûpelan de hatiye rêz kirin.

Di destpêka pirtûkê de, di rûpela yekem de wêneya pêşmergan ya bi dest çêkirî heye. Ji xwe ev wêne bi tevahî rengeke siyasî û kurdewarî dide pirtûkê. Di rûpela duyem de jî wêneya nivîskarê pirtûkê Brîndar heye. Brîndar ji bo pirtûka xwe ya bi navê “Soro” du rûpel pêşgotin nivîsiye. Di pêşgotinê de rewşa welatê kurdan, Kurdistanê û doza netewa kurd pêşkêş dike û neheqiya dagirkeriyê û heqlîbûna têkoşîna netewa kurd tîne zimên.

Heger mirov herdu pirtûkên Brîndar weke roman û kurteroman bihesibîne, mucîdê roman û kurteromana bakurê Kurdistanê Brîndar e. Rahmetiyê Mehmed Uzun herdu pirtûkên Brîndar û pirtûkên Areb Şemo weke roman qebûl nedikirin. Wî digot:  “Ew roman nînin û li bakurê Kurdistanê romana kurdî ya pêşî min nivîsiye.” Lêbelê, bi min ev dîtinên rahmetî Mehmed Uzun şaş bû. Romana Areb Şemo “Dimdim” romaneke gelek serketiye. Romana Brîndar “Soro” jî li gor dema berê, li gor şert û şûtên welêt yên wê demê û li gor mentalîteya şoreşgerî ya beriya salên heştêyî, romaneke îdeolojîk, siyasî û propagandîst e ji bo armanca doza netewa kurd.

Naveroka romana bi navê “Soro” bi kurtahî weha ye. Malbateke kurd, Xelîl û jina xwe -ku navê wê Xezal e- di hêla aborî de di rewşeke tengezariyê de ne. Xelîl û jina wî li ser feqîriyê û dewlemendiya şêx û axan ji xwe re bihevre diaxifin, sohbet dikin. Xelîl nêrînên li dij axa û şêxan diparêze. Lê jina wî ramanên wî napejirîne û wek wî nafikire.

Xelîl ji ber neçariyê diçe xwe diavêje Hemo Axa û jê daxwaza kar dike. Hemo Axa jî karê xulamtiyê dide wî. Navbera Hemo Axa û serleşkerê artêşa tirk başe. Di nav wan de têkiliyên germ yên dostanî hene. Hemo Axa bi xulamên xwe ve diçe serlêdana fermandarê serleşkerê tirk. Ew bi hevre sohbet dikin û dibêjin mirovên li hember Hemo Axa û hemberê dewletê rabe, em ê wî bikujin.

(Di herdu pirtûkên Brîndar de mentalîteya çepîtiya salên beriya heştêyî heye. Herdu pirtûk jî bi ramanên antî feodalî, li hemberê şêx û axatiyê hatiye ravekirin. Di salên navbera 1975 û 1980-yî de dîtinên çepîtiyê û li hember axan û şêxan tevgereke xurt hebû. Wê demê PDK-KUK jî di nav de, temamên partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê xwe çep, Marksîst-Lenînîst dihesibandin. Brîndar ji rêxistina KUK-ê bû û wan jî Xwedêgiravî damezrandina partiya proletaryayê wek armanc û hedef dabûn pêşiya xwe.)

Jina Xelîl, Xezal hamîle dimîne û neh meh û neh roj paşê diwelide. Jê re kurekî çêdibe û ew navê kurik Soro datînin. Xelîl soz û peyman dide xwe ku ew dê kurê xwe bide xwendinê, wî nezan nehêle.

Rojeke Xelîl diçe bajêr. Li wir rastê hevalê xwe Çeto tê. Bi alîkariya Çeto ew li bajêr karekî dibîne û xaniyek kirê dike û ji gund koçê bajêr dike.

Soro dibe heft salî û dest bi dibistanê dike. Keça Çeto navê wê Leyla ye, ew jî di temenê Soro de ye. Ew jî bi Soro re diçe dibistanê. Di dibistanê de mamosteyekî kurd ku bi navê Cemîl e, bi Soro û Leyla re gelek eleqeder dibe û di hêla hestên netewî de wan fêrê zanîna doza netewa kurd dike, anku wan hişyar dike. Mamoste di derbarê dîroka kurd û Kurdistanê jî gelek agahdarî dide wan. Ew wan fêrê îlmê sosyalîzmê jî dike û herweha Marksîzmê bi wan dide fêrkirin. Mamoste Cemîl, Soro û Leyla li dibistanê keç û xortên kurdan hişyar dikin, dîroka kurd û Kurdistanê û doza netewî bi wan didine famkirinê.

Mamoste Cemîl bi bavê Soro û bavê Leyla re jî têkilî datîne û di derbarê sazûmana sosyalîst û komunîzmê de agahdarî dide wan û ji wan daxwaz dike ku ew li dij şêx û axayan xwedî helwest bin.

Xelîl, Çeto û hevalê wan Wehab di hêla siyasî de têgihîştina zanistiya siyasî fêr dibin û êdî dizanin ku li cihê kar têne peliçiqandin, heqê wan tê xwarin. Ew baş fêm dikin ku xwediyê kar wan dixapîne û li ser keda wan pere qezenç dike û jiyana xwe li ser pişta karkeran didomîne. Ew di nav karkeran de xebat dikin û di encama xebatê de karker biryar digrin ku dev ji kar berdin, anku grev bikin. Ew dest bi karberdanê dikin û berxwedana karkeran bi ser dikeve. Kedxwir neçar dimîne û daxwaza karkeran qebûl dike û maeşê wan zêde dike.

Soro û hevalên xwe piştî girtina dibistanê, havînê di nav erdên pembûyan de kar dikin. Armanca wan ev e ku; hem kar bikin û hem jî karker, xebatkarên gundî û tevahiya kedkarên ku di nav erdên pembû de dixebitin hişyar bikin. Soro, Leyla û hevalên wan yên ku di nav erdên pembû de dixebitin, di demeke kin de xebatkarên karê civandina pembûyan jî dibine grevê. Xwediyê erdên pembû Hemo Axa ye. Ew dostê fermandarê qereqolê ye û lewre jî Hemo Axa diçe giliya xebatkaran dike.

Hemo Axa, fermandar û leşker diçine ser erd. Fermandar çîrê kedkaran û çîrê Soro dike, sixêfên nebaş ji wan re dibêje. Ew Soro tehdîd dike. Fermandar û leşker dixwazin ku Soro bigrin û destê wî têxin kelepçan, lê karker li dij wan derdikevin, bi wan re pev diçin, şer dikin û nahêlin ku ew Soro bigrin. Paşê Hemo Axa ji paşve gav diavêje û heqê karkeran qebûl dike, dirafê wan ê rojane zêde dike. Û bi têkoşînê karkerên pembû mafên xwe distînin.

Soro, Mamoste Cemîl, Leyla û hevalên wan diçine gundan û di nav gundiyan de propaganda îdeolojîk û siyasî dikin. Ew bi dîtin û ramanên xwe li hemberê eşîrtî û feodalîzmê derdikevin û pesnê şoreşê, sosyalîzmê didin û dibêjin: “Xelasiya welatan bi bingeha rêberiya îlmî û bi bingeha ala proleterî, ango bi bingeha karker û gundiyan pêk tê.” Soro gundiyên Hemo Axa -ku hemû feqîr û belengaz in- li dijê Hemo Axa dixe nav tevgerê û ew li hemberê axa serî hildidin.

Hemo Axa dixwaze Soro ji holê rake. Ew dizane ku dijayetiya li hemberê wî ji alî Soro ve hatiye organîzekirin û tê pîjkirin. Hemo Axa diçe qereqolê cem fermandarê ku dostê wî ye. Ew giliya Soro bi fermandar re dike. Ew dibêje: “Soro gundiyan kiriye agirê sor û bera min daye. Ew hemû bûne komunîst.”

Fermandarê qereqolê bi leşkeran ve diçe çarmedorê gund digrin. Gundî jî dest davêjin çekan û li hember leşkeran dest bi şer dikin. Soro û hevalên xwe jî çek hildigrin û diçine alîkariya gundiyan. Fermandar û çend leşker Brîndar dibin û ji paşve vedikişin û diçin. Hemo Axa jî ji gund direve û gund dikeve destê gundiyan. Gundî dibine xwedî erd, dehl, zevî, daristan, bax û bostan, rez û baxçeyan.

Hemo Axa û fermandarê qereqolê ji bo Soro ji hole rakin, dixwazin plan çêkin, kemîn daynin û wî ji hole rakin. Di wê demê de tevgera azadiya gelê kurd ya gelemperî geş dibe, têkoşîna netewî û demokratîk xurt dibe, bi hêz dibe û bilind dibe, pêl dide. Hêzên dewleta dagirker dest bi kuştina kadirên siyasî yên şoreşger û welatparêzên kurd dikin. Ew dixwazin bi kuştina şoreşger û welatparêzan pêşî li tevgera netewî û demokratîk a kurd bigrin û têkoşîna gelê kurd bidine seknandin.

Hemo Axa û fermandar dest bi plan, bi fen û futan, bi dek û dolaban dikin. Ew pêşî dixwazin Mamoste Cemîl ji wir dûr bixin, cîguhertin -tayîn- a wî derdixin, lê xwendevanên dibistanê lê xwedî derdikevin û ji neçariyê cihguhertina wî paşve digrin.

Bi navê Elî zilamekî qatîl -mêrkûj- heye. Hemo Axa û fermandar diraf -pere- didine vî mêrkûjî ku bi destê wî kesên şoreşger û welatparêz bidine kuştin. Hemo Axa, Eliyê mêrkûj dibe qereqolê û li wir pere didinê û ferman didin pê ku ew Soro bikuje. Fermandar xwarin jî dide Eliyê mêrkûj û wî dişînin ku biçe Soro bikuje.

Romana dengbêj Brîndar “Soro” tam romaneke şoreşgeriyê ye ya salên beriya heştêyî. Di romanê de halê ruhiyeta şoreşgerî ya wê demê heye. Di romanê de îdeolojî, siyaset, doza netewî, çalakî, têkoşîn û hwd, hertişt hene, lê evîn tune. Evîna şoreşgerî ya ji bo gel û welat heye, lê ya însanî, hezkirina du însanan, eşq, evîndarî tune.

Malbata Soro dixwaze wî bi hevala wî a biçûkiyê ve anku bi Leyla re bizewicîne. Soro û Leyla tim bi hevre bûn, lê hestê wan ên evînê yên însanî li hemberê hev pêl nedabû. Evîn û evîndariya ku di dilê wan de bû, li gor mentalîteya fikir û ramanên wan bû. Ew evîndarî jî evîna gel û welat bû û hestên şoreşgerî û têkiliyên şoreşgerî û têkoşeriyê bû.

Dema malbata Soro ji hevalê wî mamoste Cemîl re dibêjin ku ew dixwazin Soro û Leylayê bi hevre bizewicînin û jê daxwaz dikin ku ew bi wan re biaxife, mamoste Cemîl bi Soro û Leyla re diaxife.

Di dema şoreşgeriya beriya salên heştêyî de di komeleyên demokratîk de, di rêxistinên sivîl yên legal de û di partî û rêxistinên îlegal de keç hebûn, lê xortan bi çavên ku bi wan re bizewicin li wan nenêriyan. Wan bi çavên xweşk û biran, heval û hogiran li hev dinêriyan û loma jî bi hevre zewac nedihat heşê wan. Dema mamoste Cemîl ji Soro re mijara zewaca wî bi Leyla re vedike, Soro dibêje: “Me heta niha bi çavên biratî li hev dinêhêrî… Em hevrêyên hev in, ez nizanim gelo tişteke weha ji bo me çê dibe an na…” Dema mesela zewacê ji Leyla şoreşger re vedikin, Leyla jî dibêje: “Em hevrêyên -yoldaş- hev in, gelo ev tişt di nava hevrêyan de çê dibe an na? Evana ji şoreşgeran re kêmasîye an na? Tiştekî weha normale an na?”

Ev gotin, diyalog û mentalîte rewşa wê demê weke dîmenek zindî radixe ber çavan. Werhasil bi alîkariya mamoste Cemîl û bi daxwaza herdu malbatan Soro û Leyla bi hevûdu re dizewicin.

Eliyê mêrkûj jî li pey Soro digere ku keysê lê bîne û wî bikuje. Mamoste Cemîl, Soro û hevalên wan jî li gundan digerin, gundiyan hişyar dikin û li dijê axan têdikoşin. Çalakî û têkoşîna van şoreşgeran di pratîkê de hew li dijê şêx û axane. Ew li dijê dewletê ti çalakî û têkoşîneke li dar naxin. Vêca jî şoreşger li gundê Çelebî Axa ne û li dijê wî têdikoşin. Çawa ku wan Hemo Axa ji gund kirin der, Çelebî Axa jî ji gund dikin derve. Çelebî Axa jî diçe cem Hemo Axa.

Şoreşgerên wê demê, Soro û hevalên xwe gundan ji axan safî dikin û vêca berê xwe didine navçe û bajaran. Eliyê noker ê mêrkûj dibihîse ku Soro ji gundan hatiye bajêr. Elî yekî diz, pêxwas û gelek tiştên xirab kiribû. Ew mêrkûj –qatîl- bû. Wî gelek mirovên bê suc -bê tawanbar- kuştibû.

Şeveke tarî, Eliyê mêrkûj li pêşiya Soro kemîn datîne û bi demançê Soro dikuje. Paşê cenazê Soro bi girseyî defin dikin. Mamoste Cemîl li ser mezel axaftinek şoreşgerî dike û dîtinên şoreşgerî û welatperwerî tine zimên. Di dema binaxkirin -definkirin- a Soro de merşa netewî a kurdan, Ey Reqîb bi girseyî tê xwendin.

Piştî kuştina Soro, hevalên wî yên şoreşger pêdihesin ku Eliyê xulamê Hemo Axa Soro kuştiye. Bavê Soro û diya wî bi hevre Hemo Axa dikujin. Leşkerên qereqolê têne dê û bavê Soro digrin û dibin. Dema Soro tê kuştin jina wî Leyla hemîle ye. Paşê ew diwelide û herweha Soroyekî nû tê dine.

Soroyê biçûk ê çeleng mezin dibe û ew jî dide ser rêça bavê xwe a şoreşgeriyê û bi serbilindî dimeşe, di qada têkoşîna azadiya gel de cihê xwe digre û roman dawî dibe.

Di sala 1983-ê de xwerû bi kurdî, li gor mentalîteya şoreşgeriya wê demê romaneke îdeolojîk û siyasî afirandin tişteke baş e, kar û xebateke hêja ye. Ev berhem berhemeke destpêka romana kurdî ye û ji bo gavavêtina pêkanîna afirandina şaxeke berhemên edebî yên bi kurdî pêngaveke giranbiha ye, bi qîmet e û bi rûmet e.

Ji bo romanên îdeolojîk û siyasî ku bi giranî tê de ramanên polîtîk cih digrin, ev romana Brîndar ya bi nave Soro destpêkeke. Di romanên kurdî de hinek romanên siyasî hene, lê ev roman a pêşîn e ku ji alî nivîskarekî bakurê Kurdistanê hatiye nivîsîn. Lê, çi heyf û sed mixabin ku, nivîskar romannivîseriya xwe nedomandiye û lewre jî ew hatiye jibîr kirin. Wî tercîha xwe bi dengbêjiyê aniye. Demeke dengbêjî kiriye, lê wê jî nedomandiye û paşê dev ji dengbêjiyê berdaye, bi karê bazirganiyê re mijul bûye, di wir de jî bi ser neketiye, vêca dest bi rojnamevaniyê kiriye. Wî di rojnameyeke hefteyî de û di malpereke mîzahî de bi kurdî -lê bi navên mustear- nivîs nivîsiye û fala xaltika Fatikê vekiriye. Lêbelê weke pirtûk ji xeynê wan herdu pirtûkên wî yên sala 1982 û 1983-ê, tu pirtûkek wî ya din, anku pirtûka wî ya sêyem derneketiye.

Û herweha heta niha di masmedia kurdan de, kovar, rojname û malperên kurdî de tu nivîseke li ser herdu pirtûkên Brîndar derneketiye. Nivîskarê ku nivîskariya xwe nedomîne tê jibîrkirin. Xwendevan wî/wê jibîr dikin û yên ku li ser pirtûkan nivîsên danasînê, nirxandinê dinivîsin û şîroveya pirtûkan dikin, behsa berhemên yê hatiye jibîrkirin nakin. Min bi xwe jî ji ber minasebeta amadekirina pirtûka xwe ya bi nave “Pence Romanên Kurdî” û ji bo herdu pirtûkên Brîndar roman û kurteromana yekemîn ya edebiyata bakurê Kurdistanê ne, loma min ji nûve xwend û vê nivîsa danasîn, nirxandin û şîroveyê nivîsî.

Li pêşberê xwendevanên kurd ez soz û peyman didim ku; heger ew (Brîndar) romaneke nû binivîse, ez ê bi vê feqîriya xwe heqê nîvê çapa romana -pirtûka- wî bidime. Di esasê xwe de Brîndar bixwaze dikare romaneke nû binivîse. Zimanê wî jî baş e. Divê ew binivîse.

29.12.2009- Swêd

Ev nivîs 121 carî hatiye xwendin


Şirove bike