ŞABAŞ Jİ GENDELİYÊ RE……
Lotikxane
LOTIKXANE: Wey mala Xwedê ava û Xwedê Serokwezîrê Kurdistanê bike zava.
Hikûmeta me Kurdekanên başûriyan, lotikek pir pîroz, lê qels avêt.
Cigerlerim, em wek Lotikxane; we pîroz dikin.
Lê canekan, hûn ji herkesî çetir pê dizanin ku ger hûn pêşî li brokrasiya ku ji teref partiyan ve hatiye xilqandin ji hole ranekin, hûnê bi ti şêweyî bi ser nekevin.
Canekan, rihekan, ma ne hûn canekan jî wek endamên polît buroyan li ser navê partiyên xwe, di derbarê gelek biryarên girîng de biryardar bûn.
Yanî, ger hûn canekan ya rastî bînin ser zimên, dive hûn bejin ku; hey gelê Kurdistanê…. Em pir baş zanin bê emê çawa pêşî li gendeliyê bigirin! Bela gava em hikûmeta dadimezrînin, em partiyên sereke tên cem hev û biryar li ser endamên hikûmetê didin. Di girtina van biryaran de, tiştê go em li ber cava digirin pozîsyona kesan a di partiyan de ye. Yanî, em lê nanerin bê ev diz e, qaçaxçi ye yan jî çi quzilqurt e. Ji xwe ji ber wê jî, em di şerê li dij GENDELÎyê de bi ser nakevin. Ji xwe gava em van biryaran bi gelê Kurd re parve dikin, bi me dikenin.
Welle canekan, ger hûn hikûmetên ku bi esasê lihevkirina partiyan ji mejiyê xwe dernexin û li gor normên welatên demokratîk û li ser esasê deng wergirtina partiyan a di hilbijartinan de tev negerin, hûnê hem li çongê xwe hem jî li çongê gelê Kurd bixin.
Herwiha em dixwazin we canakana haydar bikin ku, em bi rêya sîxûrên Lotikxanê ji temamê kiryarên we agahdar in. Îcar hûn bin biryarên xwe yên li dij GENDELîyê bi wezîran bi sînor nekin. Em wek Lotikxane dubare dibêjin; em amadene go temamê agahdariyên xwe têxin hizmeta şerê li dijî GENDELÎYÊ.
De qewet be ji temamê şervanên li dij GENDELÎ yê.
Pe§i girtina gendali, ji Quna qirej u geni dest pè dikè havrarakanè xo§èvistan.bila hemi ba§urakani kurdekan biçin li ser Dicle Qunekan bi§on.bo arabakanè Qun re§kan av,a Dicle no§ bi bit.viloyi yav karda§im.Qunekan sergo girtiyè canekan.