P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Şêx Murşidê Xezna


Ahmedê Berazî

 

Hûn tev Ejder Şêxo û bernama wî ya rojbaş Kurdistan li ser Roj tv nas dikin. Ejder bi xwe merivekî rastgo ye, ne ji kesî fedî dike û ne ji kesî ditirse, hindir û riwê wî yek in. Tiştê ku bê ser zimanê wî venagerîne dibêje. Ji ber vê kêfa min ji vî camirî re pir hat, bi taybetî ji deqerûbûna wî re. Neyse, em vegerin mijara gotara xwe Şêx Murşid Xezna.

Roja 21.01 serê sibê piştî taştê min telvizyona xwe vekir,  min dît Şêx Murşidê kurê Şêx Mahşûqê Xezna, şêxê terîqeta Neqşîbendiyan li ser ekrana Roj tv ye. Allahwekîl  kêfa min gelkî hat û min li ber ekrana Roj tv guh miç kirin.

sex mursid

Şêxê me mîna bilbilan diaxivî û mînak ji Qurana pîroz didan. Digot: “ Li buheştê gola pêxember heye. Gava ku kesên munafiq ( yên mîna Esed, Erdoxan û Ahmedînejad bibin ba wî, wê berde wan û nahêle li ba wî bimînin, ji ber ewder ne cihê munafiqa ye“ filan û xeftan.

Ê de şêxê min Xwedê min bike qurbana wê şaşik û cibeyê Murşîdê bira, hema van gotinan li herderê bêje ez qurban!

Şêx li ser îslama rast jî wiha got: „Birakê Ejder, hîn cenazê pêxember  (elihî selat we selam) li erdê bû, xelifên wî dest bi guherîna îslama pêxember kirin. Ez zanim tê bêje çawa kekê Ejder? Gava ku cenazê pêxmber li erdê hiştin û ketin odakê ku xelîfakî ji pêxemberan hilbijêrin, hingî bi îslama rast lîztin û nirxên pêxember binpê kirin“ filan û bêvan.

Bi wê qurana ser sînga pêxember tu rast dibêjî seyda, xwezî mele û şêxên me tev mîna te bûna ez qurban!

Şêxê me axavtina xwe berdewam kir û wiha got: „Bi wê qurana ser sînga pêxember  û bi wê xwîna li zeviya dêrezorê, ew îslama ku cihê netewa min û hemi netewên din tê de nebe, ez amede me ku a niha van şaşik û cibeyê xwe li ser ekrana  Roj tv bavêjim û bêjim ew îslam ne îslama min e û pêxember ji vê  îslamê bêrî ye“.

Xwedê min bike qurbana wê şaşik û cibeyê Kurdewarî û îslama pêxemberê te kekê Murşid! Ez qurbana te me, van gotinên xwe zêde bike belkî pozê melayên me bişewite û ji pey Erdoxan, Nejad û Esed vegerin û dîsa tev li refên xwe bibin.

De bajo Murşid bajo, bajo şêxê min bajo, bê tirs bêje seyda  û bajo!  Bajo bera şêxê li nav refên dijimin tev bi qurbana wê şaşika te bin rebbî, amîîînnnnn!

29.01.2010- Almanya

Ev nivîs 148 carî hatiye xwendin


4 şirove hene - “Şêx Murşidê Xezna”

  1. her biji shex murshed xeznawai

  2. xazi hamo shixe ma u malle ma waka shex mur§ide xeznawi ban

  3. shexmurshed shera u kere shera ya 1000 rahmet le babe ta be murshed

  4. biji shex murshed u her biji

Şirove bike