Şikir ji xwedê re, piçek mêranî bi Behdînîyan ve hat
Azad Zaxoyî
Şikir ji xwedê re ku piçek mêranî bi Behdînîyan ve hat û hişê wan hat serê wan. Wek hûn zanin, Soranekanim qûn li zimanê Kurmancî û li Kurmancan xetandine û xwe li ser serê wan ferz kirine. Li gora Soranekanim, Kurmanc gundî, paşdemayî û çivan û gavan in û zimanê Kurmancî jî zimanê kuçe û kolana ye. Ji ber vê jî, dixwazin zimanê Soranî li Kurmancan ferz bikin, wan asîmîle bikin û wek xwe qaşo bikin bajarî, bikin Soranekan.

Axir, dibêjin berî deh panzdeh rojan, girgirekên Soranekanim li Hewlêrê civînek çêkirine û biryar dane ku zimanê Kurmancî bi temametî ji holê rakin û Soranî bikin zimanê fermî. Ev biryar tenê li ser îmzekirinê mabû, lê inek ciwamêrên Kurmancekanim ji Duhok û deverên din beşdarî civînê bûne û dîtine ku hahyhooooooo Soran dixwazin çi tofanê bînin serê Kurmanc û zimanê Kurmancî.
Piştî ku Kurmancên me li dijî biryara Soranekanim derketine, biryar neketiye jiyanê û halîhazir bincil bûye. Lê dibêjin di fersenda herî piçûk de wê Soranekanim qûşê ji zimanê Kurmancî biqetînin û tirrê ji Kurmancên Behdînî berdin. Helbet ku Kurmancên Behdînî dengê xwe nekin û bibin kurtanê kerên Soranekanim, wê canekem li wan jî û li zimanê wan jî siwarên.
Axir, mesela me li ser xwepêşandana xwendevanên parêzgeha Duhokê û Amedîyê bû.
Li ser bextê fitne û fesadên Duhokê be, dibêjin xwendevanên parêzgeha Duhokê û qeza Amedîyê gotine.”Ji Soranî re êdî bes e!” û lotikek li Soranî û Soranekanim dane. Di vê lotikê de xwendevanên me daxwaza xwendina zimanê Kurmancî kirine û tê gotin ku ji ber xwendina zimanê Soranî, asta xwendinê di nav Kurmancan de pir ketiye.
Ji ber ku bêhna sîr û pîvazê ji zimanê Soranî tê, gava Kurmancên me Soranî dixwînin, wek mirîşkên gêj virde wêde dihejin û wek hespên serxweş paşûpêş loikan davêjin. Yanî, xwendina zimanê Soranî ji êşa mirîşkan û şewba berazan xerabtir anîye serê xwendevanên Kurmanc. Ji ber vê tofanê jî, xwendevanên parêzgeha Duhokê û qeza Amedîyê serî hildane û doza xwendina Kurmancî li hikûmetê kirine.
Ez serê we neêşînim û heger êşiya jî ji xirrê Soranekanim ve, vê carê reha mêranîya Behdînîyên me rabû û piçekî pozê wan şewitî. Bawer bikin heger ji destpêkê de Behdînîyên me xwedî li Kurmancîya xwe derketibûna û çalakîyên bi vî awayî li dar bixistana, belkî îro Soranekanim nikarîbûn pelûla Soranî bi serê Kurmancî û Kurmancan de birijandana. Lê sersarî û sistîya Kurmancan, hişt ku Soran bibin wek dîkên ser sergo û bi nikilan li serê Kurmancan xin.
Axir, lotika xwendevanên qeza Amedîyê lotikek pîroz e û aqûbet li temamê Kurmancên Behdînî be. Heger gunikreş di nav Kurmancên başûr de hebin wê xwedî li zimanê Kurmancî derkevin. Na heger Soranan ew xesandibin û ji desthilanîn xistibin, ji xwe emê fatîhayekê li ser wan bixwînin û tev ket û tev rabû.
Werhasil, li gora min asîmîlasyon asîmîlasyon e. Ha Tirk, Ereb û Eceman Kurmanc asîmîle kirine û ha Soranekanim em asîmîle kirine, heman tişt e, heman gû ye. Ez bi xwe naxwazin wê tirşikê bixwim û asîmîle bibim baba, îcar kî dixwe yan naxwe ji xirrê Şêrko Bêkes ve….
15.01.2010- Zaxo