P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

SÎR


Bavê Jîndar

DERMANÊ ŞEKIR Û ZIXT YÊ XWERISTÎ

ALIIUM  SATIVUM

Sîr hêşînhatek (nebatek ) ji malbata pirasan û pismamê pîvazê ye. Bejna wê li gor cih û war  25- 100 cm li ser navtengekê bilind dibe û navtenga wê heya nîvî bi belg e (pel). Belgên wê 15-20 cm dirêj dibin; zirav, rimane ne û kesk in. Kulîlkên wê wek yên pîvazan di serê gopîka navtenga nêr derdikevin. Rengê wan spî, peyazî (penbe) yan jî keskêpeyazî ne. Qurmê wê di nava axê de wek pîvazekê ye, lê bi tûzî (diran) ne. Di her pîvazekê de di navbera 13 –20 tûzî hene. Ji wê pîvazê re tûzîkirîre “sîr” tê gotin. Sîr hêşînhatek bêhndijwar e, ji belg, naveng û pîvaza wê rûnek tê derxistin û di tibê de jibo dermançêkirinê tê xebitandin. Sîr hêşînhatek gelek bi sihet e û jibo tendurustîyê yek ji wan nebatên herî nirxbilind tê pejirandin. Bi Tirkî navê wê “sarimsak” û bi Almanî jî “ Knoblauch “ e.

sir1

Wilatê wê baş nayê zanîn, lê wusan tê bawerkirin ku başûrê Asyayê ye. Lê ji alîyê din di lêkolînên arkeolojîk de li ser tabletên Sumerîyan yên 2600 berî zayînî (milad) ê  hatîne dîtin. Ew jî tê wê wateyê ku wilatê wê çîyayên Zagros e. Misrîyan 2500 sal berî zayînê ji bo ku paleyên pîramîtan nexweş nekevin, didan wan. Cihûyan (îsraîlî) bi xwe re anîne Filîstînê û ji wir jî belavî hinek welatên din bûye. Herweha Çînî û Hîndîyan jî di kevnar de çandinîya wê dikirin û wek derman û antîbîyotîk bi kar tanîn. Artêşa xaçparêzên Firansizî ji Rojhilata Navîn bi xwe re birine Ewropa û ji wir jî belavî tevahîya welatên din bûye. Lê piştî penisîlîn hat peydakirin, demekê hat jibîrkirin. Di van 20 salên dawîn de ku nexweşîyên weba, kolestrol û şekir bûn bela serê dinyayê, dîsan lêkolîn û ceribandin li ser hatin kirin û nirx û bandora wê  ya jibo kolestrol, lîpîd, trîglîserît û hwd ji nû ve hat kifşkirin. Nirxa wê jî giha  asta zêrîn.

Berhevkirin: Sîr jî wek pîvaz û pirase dema kesk in pirçîk (pel) ên wan jibo seletan, sosan û nav xwarinan tên jêkirin û bi tazetî tên bikaranîn. Serikê wê jî wek pîvazan tê derxistin, hişkkirin û hilanîn.  Paşê jî li gor hewcedarîyê jibo derman, sos û xwarinan tê xebitandin.

sir2

Têdahî: Magnêzyûm, potasyûm, selenyûm, çînko, fosfor, hesin, karbonhîdrat (sakkroz-glîkoz ) rûnên eter, (allîîn-alîcîn-ajoen), cûreyên esansan, rûnên bi kukurt

 (yên bêhnê didin) vîtamîn A, B, C, E û hwd . Sîr 58 caran ji nebatên din zêdetir kalsîyûmê dihewîne.

Têdahîyên rûnê sîrê: Têdahîyên rûnê sîrê jî hema- hema wek yên sîrê ne.

Bikêrhatîyên sîrê: 1-Bandora xusardayîna cigarê kêm dike. 2 - Li hember hemi cûreyên jahrîbûnan bi bandor e. 3- Şekirê xwînê sîqal (eyar- beryekveanîn) dike û li hember şekir dermanê herî bikêrhatî yê xweristê ye. 4- Li hember penceşêhrê nebata herî bi bandor e. 5- Pêşîya pirtik( tîr- hişk) bûna xwînê digire û hişkbûnên rehan û jîyan kêm dike. 6- Kelmêş û haşaratan ji bedenê dûr dixe. 7- Sîstema jîy, rehan û tevgêra xwînê sererast dike. 8 – Pêşîya hemi cûre zekem, şewban û persîvan digire.

9 – Hêz û enerjî dide bedenê. 10- Sîstema xweragirînê hêzdar dike. 11- Zixt (tansîyon) sîqal  (eyar) dike û hêza zayendî (cinsî-seksî ) zêde dike. 12- Pişik, mêlak (kezeb- cergê reş)  kîskê sefrayê (zirav) û dil bihêz dike. 13- Aşik û rûvikan paqij dike, mîkrobên wan dikûje û kezîyên (adale) dil bihêz dike. 14- Jibo astim, bronşît, jana zirav (werem) bêhntengî, bawîbûn û kuxukê bi fayde ye û hwd.

Bikêrhatîyên rûnê sîrê:  1- Mîkroban dikujê, kolestirolê dadixe. 2- Bandora wê ya pêşîya hişkbûnên reh û jîyan bigire heye. 3- Dil bihêz dike, jibo ketina kurmên nava rûvikan dibe alîkar. 4- Jibo jana zirav, bronşît, bêhntengî û kuxukê bi fayde ye. 5- Belxemê tavêje, li hember weşîn û şikestina por bi fayde ye. 6- Jibo tedawîkirina nexweşîya nemayîna por û antîsebtîkê tê bikaranîn. 7- Jibo zekem, persîv, difterî, tîfo û hemû nexweşîyên ji sermayê tên bandorek erînî heye. 8- Jibo valakirin û avêtina avên zik û lingan dibe alîkar. 9- Kevirên masane dixe, pêşîya çêbûnên kevirên gurçikan digire. 10- Bedenê ji hemi awayên penceşêhran diparêze û hwd.

Di derbarê sîrê de Profesor Dr T. Beytop û Marîya dibêjin: “ Nirxê sîrê ya bihêzkirina aşik û rûvikan, kujtina mikrob û vîrosan zehf giring e. Berî her tiştî reh û jîyên pişt, ling, pişta çavan, tamarên mejû û hemi reh û jîyan fireh dike; xwedîbûna wan çêtir û kalbûnê direng pêk tîne. Tansîyona bilind dadixe, asta kolestrolê tekûz dike, pêşîya edavên reh û jîyan digire. Sîr sîstema xweragirînê bihêz dike, li hember nexweşîyan diparêze”.

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: “ Di van 20 salên dawîn de li ser sîrê 2.500 an zêdetir lêkolîn û ceribandinên tedawîkirinan li klinîkên unîversîtan û nexweşxanan pêk hatine. Di encaman de tesbît bûye ku kapsûl, heb, rûn û sîrên xav kolestrol, lipîd, trîglîserît û şekir daxistiye. Pêşîya pirtikbûna ( hişkbûn- girikbûn ) xwînê, hişkbûna reh û jîyan, tansîyona bilind girtiye”.

Dr.H. Wagner bi 30 bijîşkan di saxtîxaneyên xwe de 261 nexweşên kolestrol, lîpîd, trîgliserî 4 mehan bi dayîna sîrê tedawî kirine. Di encamê de nexweş qenc û saxlem bûne.

Di sala 1981 an de li başûrê Awûstralya, zanyarên Unîversîta Fîlders û Oxford li ser 383 kesên ku zixtê bilind bi wan re heye ceribandin çêkirine. Di 12 kilînîkan de 3 mehan tedawîyên bi sîr hatine kirin. Di encamê de di rewşa wan de pêşdeçûnên mezin hatine dîtin.

K.M. Melvîn û ekîba xwe, li Kanada di fakûlta tibê de li ser gellek kesan ceribandinên dayîna sîrê kirine. Di encamê de ketina şekir, kolestirol û zixt hatîye dîtin.

sarimsak

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “ Sîr di hundirê xwe de madeyên antîbîyotîk, şekir, esansên dijwar, vîtamîn A, B, C,  îyot, kukurt, dihewîne. Bandora wê ya herî giring jibo mirovan bedenê kişt (zinde) dike. Ji ber ku mîkropkujek bihêz e, bedenê ji gellek cûreyên nexweşîyan diparêze. Di demên belavbûnên zekeman de hewceye zêde bê xwarin. Hezmê hêsan dike, mîkrobên di rûvikan de dikuje û bedenê ji jahrîbûnan di parêze. Taybetîya wê ya li hember paraztina pençeşêhran heye. Qebizê hiltîne, hemi cûreyên kurmên rûvikan dikuje. Jibo tansîyona bilind şîfa ye, hişkbûnên rehan û jîyan hiltîne, xwînê rohn û paqij dike. Sîr reh û jîyên herî zirav jî paqij dike, di wan de gehandina xwînê pêk tîne. Kezîyên (adale) dil bihêz dike û êşên dil di demê de hiltîne. Kezeb, pişik û bronşan dezenfekte dike. Agir dadixe û jibo kesên dengê wan bikeve sîr tê pêşnîyarkirin. Heke li ser pirzikên baliqbûnê bê danîn, wê wan bi kewîne û şûna wan nemîne. Heke bê herişandin û li ser brînan bê danîn, wê wezîfa antîbîyotîk bibîne. Heke jinên ku şîr didin zarowan sîrê bixwin, wê tûjatî û bêhn bikeve şîr, dibe ku zarûk zikêşê bikeve”.

Kêrhatîyên sîrê: 1- Mucîza sîr û leymûnê. 2- Ekstera sîrê. 3- Sîrav.  4- Tentûra sîrê. 5- Sîreşîr. 6-Sîrên bi rûnê zeytê. 7- Tentûra sîrê ya bi sîrke. 8- Sîrkesîr.

1-     Mûcîzeya sîr û leymûn ê:  40-45 diranên sîrê bikutin, 2 lître ava leymûnên nûgivaştî berdin ser, di qetremîzek devgirtî û bi rojnamê pêçayî di cihek hûnik de 25 rojan bisekinînin ( lê rojê carekê bişilqînin). Piştî 25 rojan her roj 2 caran nîv qedeh çayê jê vexwin.Ev awa berê ji alîyê alimên Rûs hatiye dîtin. Niha jî li YDA (Yekîtîya Dewletên Amerîka) dest pê kirine. Li gor hinek pisporan ev şêwe wê di pêşeroja tibê de bibe şoreş. 

2-    Kêrhatîyên vê mucîzê: A-) Hemi cûreyên  kurmîbûnên reh û jîyan tedawî dike.  B-) Kolestrol û lipîdê dadixe, sotina rûnên xusardar pêk tîne, kîloyan tavêje, şekir dadixe, îştahê vedike û nûjenkirina pankirasê pêk tîne. C -) Kevir û xîzên sefra û gurçikan dihelîne, îdrarê diqulipîne, di bedenê de hemi cûreyên peçivîn û eleman hiltîne. Ç- ) Mîkroba bi navê “Helycobeacter  Pylorî “ dikuje, kul û brînên di aşik û rûvikên diwanzdepêçî de bi esehî û teqez tedawî dike. D-) Pêşîya hemi edavên bawîbûnan digire û hemi awayên êşên bawîbûnan didamirîne ( kêm dike- dadixe), pêşîya kişilgirtina movikan digire û jibo pêkhatina nûbûna wan dibe alîkar, êşên wan dibire. E-)  Nûbûna sîstema hûcreyên mejû, reh û jîyan pêk tîne, aksîyonên jîy û rehan (sinîran) tekûz (sererast – rêkûpêk ) dike, refleksan zêde dike. Li hember destistan (şêl- felc) bûnê bi fayde ye. F-) Hêza xweragirîna bedenê bi pîleyek (derece) bilind quwet dike, pêşîya hemi cûreyên alerjîyan (taybet ji yên ji sedemên jîy, reh,  stres,  çerm tên) hemiyan di binî de dibire û ji holê radike. Li hember penceşêhran tevahîya bedenê diparêze.

2- Ekstera sîrê: 1 kg sîr, 5 leymûn, 1 lître av, 1 lître sîrke.  Sîrê xwe biqeşêrin û bikutin, bikin qawanozekî, lêmûnan bigivêşin û bi av û sîrkê berdin ser, devê wê bigirin. Di cihek hûnik û tarî de bila 6- 10   hefteyan  bisekine. Paşê rojê kevçîyek şêranî jê vexwin.

 

3-    Sîrav: 3- 4 diranên sîr hûr bikin û berdin nav qedehek avê û vexwin

4-    Tentûra sîrê: Jibo bronşît, arêşeyên hezmê, bawîbûn, êşên lebatan (organan) kezî, jîy û rehan, tansîyon, jibo pêşîgirtina zû kalbûnê . Jibo her 50 gr sîrê kutayî 250 ml alkola % 70 derece bikin ser, di cihek ji tîrêjên tavê dûr û di nav şûşekî devgirtî de 4-6 hefteyan hilênin (lê carûbaran bişilqînin). Paşê rojê 3-4 caran 10- 15 dilopan 5-6 mehan jê vexwin.

5-    Sîrên bi sîrke: 50 gr sîrên kutayî bikin şûşekî, 250 ml sîrke berdin ser û li gor dilê xwe berdin nav şorban û seletan

6-    Sîreşîr: 2-3 dranên sîr bikutin û bikin nav firaxekê, qedehek avê şîrê sar berdin ser û bila kelek bêtê. Paşê 10 deqîqan di dema xwe de bihêlin û vexwin

7-     Sîrerûn:50 gr sîrê kutayî bikin nav 200 ml rûnê zeytê yê xas, di nav şûşekî devgirtî 3-4 hefteyan bisekinînin. Paşê 3-4 hefteyan li pey hev rojê 2 caran kevçîyek çayê li ser nan xin û bixwin.

8-    Tentûra sîr ya bi sîrke: 50 gr sîrê kutayî bikin şûşekî, 200 ml sîrka tirî berdin ser, 3-4 hefteyan bisekinînin (carûbaran bişilqînin) û paşê rojê 3-4 caran kevçîyek qahwê jê vexwin.

Ev nivîs 274 carî hatiye xwendin


Şirove bike