P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Têr vexwin û zik li xwe bikin meşk


Hesen Almas

Îro mijara me li ser bîra ye. Yanî ew vexwarina ku ji ava ceh çêdibe û zik li meriv dike meşk lo, bîra bîra….

Heta niha gellekan ji me bawer dikir ku bîra tenê zik li meriv dinepixîne û meriv  wek mirîşka gêş serxweş dike. Lê derket holê ku bîra ji bo bedena meriv baş û bi fayde ye.

bira4

Di derbarê bîrayê de li Zanîngeha Kalîfornîyayê lêkolînek balkêş hat çêkirin. Di encama lêkolînê de derket hole ku bîra hestîyên bedena meriv qewîn dike û tu zirara bîrayê tuneye. Li gora jêdera lêkolînê, di bîrayê de maddeyek bi navê “silikon” heye (ku wek ortosîlîk asît tê binavkirin) û ev madde di qewînbûn û xurtbûna hestîyên bedenê de rolek sereke dilîze.

Dîsa li gora lorika lêkolîna Zanîngeha Kalîfornîyayê, di nava lîtreyek bîra de di navbera 56.5 û 6.4 mîlîgram maddeya silikon heye.

bira

Werhasilî kelam, aha min faydeya bîrayê ji we re got gelî xwendevanan.

Bîra hestîyan qewîn dike û nahêle hestî zû bi zû bişkên. Ez karim bi serê Ehmedînejado sûnd bixwim ku heger hûn rojê galonek 100 lîtreyî bîra vexwin, jina we beroşê di serê we de bişkîne jî tiştek bi hestîyên we nayê.

Vexwin vexwin, bîra vexwin.

Xêr û guneh di stuyê Zanîngeha Kalîfornîyayê de ye, qet metirsin.

Ji min gotin qurban.

Îcar hûn vedixwin, venaxwin, ji vî ve û hûn sax….

Kalîfornîya

Ev nivîs 266 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Têr vexwin û zik li xwe bikin meşk”

  1. Law bila her bijî serok u bashqan Lotikxane qerdashim, yê din teferruat e birê min.

  2. BI IZNI U MUSADE LOTIXHANECIYE.EZ BI KEWIM NAW WAN HURIYEEEEEEEEEEEE.

Şirove bike