Bîranîna lehengên jibîrkirî û erka netewî

Nûrî çelîk

Kesayetên dîrokî, kesayetên cefakar û tekoşer nirxên milletekî ne, parçeyek ji dîroka wî milletî ne. Bê cudakarî, bê ferqîyet, divê em Kurd li hemû kesayet û hêjayên xwe xwedî derkevin û wan ji bîr nekin. Wan ji bîr nekin, wan bi bîr bînin, li wan xwedî derkevin da ku ev yek ji nifşên me yên nû re bibe çand û kulturek, wan nas bikin, li wan xwedî derkevin û wan ji bîr nekin.

Em Kurdên Bakur di vê derbarê de pir sersar û xemsar in. Belkî sersarî û xemsarîya Kurdên ne xwende yan nezan maqûl bê dîtin. Lê sersarî û xemsarîya kesên ku bi siyasetê mijûl dibin, kesên ku baş yan xerab bedel dane û xwe wek pêşkêş û rêvebirên milletê Kurd dibînin, nayê qebûlkirin û ne maqûl e jî. Di serî de divê em û ew kesên ku pêşkêşîya doza Kurd û Kurdistanê dikin kesayet û mezinên xwe yên ku di tekoşîna azadîya Kurd û Kurdistanê de bi hemû jiyana xwe bedel dane, ji bîr nekin.

General Ihsan Nûrî Paşa yek ji tekoşer, canfeda, cefakar û xizmetkarê doza Kurd û Kurdistanê ye. Yek ji endam û serokên rêxistina Xoybûnê û pêşengê serhildana Agirîyê ye. Ihsan Nûrî Paşa di nava gel de wek Teyrê Araratê jî dihat naskirin. Yekem kesê ku alaya Kurdistanê li Çiyayê Agirîyê bilind kiriye, Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî ne. Biroyê Heskê Têlî yek ji wan lehengan e. Û bi dehan, bi sedan û hezaran lehengên mîna wan can û malê xwe di ber doza Kurd û Kurdistanê de feda û heba kirine.

Divê keda kesên mîna Ihsan Nûrî Paşa, Biroyê Heskê Têlî, Nûrî Dersimî, Alîşêr, Alîcan, Memdûh Selîm, Xalidê Cibrî (Cibran), Dr. Fûad, Şerîf Paşa, Celadet, Kamûran û Sureyya Bedirxan, Elî Riza (kurê Şêx Saîd) û bi sedan kesên mîna wan neyên jibîrkirin û di hest û hişmendîya me de herdem bijîn, bên jiyandin. Kesayet û tekoşerên ku hest û hişmendîya netewî û serxwebûnxwazîyê di mejîyê Kurdên Bakur de zindî û geş kirine, ev kesayet û kesayetên mîna wan in. Bîranîn û xwedîlêderketina wan ji bo me ferzek ji ferzên Kurdayetîyê ye.

Her çiqasî Kurdistan 4-5 parçe be jî, helbet em milletek û neteweyek in. Bîranîn û xwedîlêderketina kesayet û hêjayîyên her çar pênc beşên Kurdistanê jî erkek ji erkên netewperwerîyê ye. Lê gava em kesayet yan serwerên beşekî her demê bi bîr bînin û kesayetên beşên din ji bîr bikin an neynin bîra xwe, kêmasî û bêdadîyek mezin e. Her salê, her salan em serwer û rêberên wek Barzanî, Qadî Mihemed, Şêx Saîd, Seyid Riza û carna jî Simkoyê Şikakî û Şêx Medmûdê Berzencî bi bîr tînin. Lê gelek caran em kesayetên ku di dîroka Kurdan de cara yekem agirê serxwebûn û azadîyê pêxistine ji bîr dikin û wan bi bîr naynin. Bêguman ev yek li hember xebata wan, li hember fedakarî û cefakarîya wan, li hember giyanê wan nîşana bêhurmetîyê ye.

Ji kesayetên ku min navê wan li jor nivîsandine, belkî yê herî balkêş û jibîrkirî yek jî Remzî Nafî ye. Siyasetmedar û netewperwerê Kurd Remzî Nafî (1917-1949), ji bo li Iraqê Kurdistanek serbixwe damezrîne bi Almanan re dikeve nav têkilîyê û li dijî Ingilîzan operasyonan amade dike. Remzî Nafî di armanca xwe de bi ser nakeve, ji alî Ingilîzan ve tê girtin, tê êşkence kirin û di 32 salîya xwe de dikeve nav karwanê şehîdên Kurdistanê. Ji ber ku bi Almanan (bi Nazîyan) re hevkarî kiriye, kes behsa wî lehengê Kurd nake û naxwaze bike. Ev jî nîşana jarî û lawazîya giyan, hest û hişmendîya me ya netwewî ye. Halbûkî divê kesên mîna Remzî Nafî û Ihsan Nûrî Paşa ji me re bibûna nîşan û stûna netewperwerîyê.

Bi kurt û Kurmancî; çi çep çi rast, çi older çi netewperest an nîjadperest, divê kesayet û lehengên ku can û malê xwe fedayî doza Kurd û Kurdistanê kirine neyên jibîrkirin. Bîranîna wan erkek netewî, erkek niştimanperwerî û erkek Kurdistanî ye.

Bi vê minasebetê, di salvegera mirina wî de, ez lehengê Kurd, Teyrê Araratê, serokek ji serokên rêxistina Xoybûnê û serokê serhildana Agirîyê Ihsan Nûrî Paşa bi rêzdarî bi bîr tînim û lêborîna xwe ji kesayet û lehengên winda û jibîrkirî dixwazim.

About The Author