P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Textorê Alman tirr ji Cîhado berda


Nesîmê Torî

Li ser bextê fitne û fesadên Alman û Tirkan be, dibên li bajarê Donauschingenê yekî Tirk bi navê “Cîhad” çûye textorê diranan û xwestiye diranê xwe yê kurmî dagre yan jî bide kişandin. Lê belê gava textor dîtiye ku navê wî „Cîhad“ e û bêhna terorê ji navê wî tê, lotikek beîman avêtiye yê Tirk û tirr jê berdaye.  

dis doktor

Dibêjin textor beg gotiye: “Cîhad ha! Hûn di welatê me de dijîn, hûn nanê me dixwin, ava me vedixwin û hê jî qîma we nayê hûn bi çavên kafira li me dinerin û hûn dixwazin qetla me helal bikin newilo? De here biqeşite ji vir, qûndeeeee” û ew ji ciyê xwe qewitandiye.

Birastî meriv tu tiştekî ji van sofîk mofîkên ku bi navê misilmantîyê li Ewrûpayê dijîn fahm nake lo. Mêrikan ji sosyalê peran distînin ne heram e, bi bac û zikata karkirên Alman zikê xwe dinepixînin ne heram e, bazdidin ser jinên Ewrûpîya ne heram e, lê dîsa jî Ewrûpî di çavên wan de her kafir in û qetla wan helal dihesibînin.

Ê law oxlim, madem hûn bi nan û ava kafiran têr dixwin û zik li xwe dikin meşk, çi îş û karê we li welatê kafiran heye yabo? Ê herin Siûdî Erebistanê yan Sûdan û Somalîya qardaşim, wey! Naaaaa, narin. Çima narin? Ma karin li Sûdan û Somalîya têr goştê mirîşkan bixwin canim, ma wê sosyala Siûdî û Somalîya peran bide wan? Bi namûs wê dara têxin qûna wan ellawekîl.

06.02.2010

Ev nivîs 118 carî hatiye xwendin


Şirove bike