P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Werin kelefên mezin!


Pornocî Kemal

qunmezin2

Hinek mala xwe dibin mîratê û dibêjin:“Yaw kelefên mezin (haşa min hizûr, qûnên mezin lo) hemi bez e û nexweşî jê çêdibe“ filan û fîstan. Îcar ma ev ne derew e gelî xwendevanan? Ma law ji kelefên mezin xweştir goşt heye qardaşim? Gava hûn heywanan serjê dikin, hûn ne goştê qelew dixwin û jê hez dikin? Belê.

qunmezin5

Werhasil

Pisporên Ingilîz derxistin holê ku çîm (paq) û kelefên mezin û têrgoşt bê zirar in û tew ji tenduristîyê re bi fayde ne. Pisporên Ingilîz bi şeş telaqan sûnd dixwin ku paq û qûnên mezin bedenê li dijî pirsgirêkên metabolîk diparêzin û qet zirara wan tuneye.

Li gora pisporên Ingilîz, dibêjin xwedêgiravî di bezên paq û qûnên qelew de maddeyên li dijî xitimandina damar û edavê hene û ev bez û dohn rê li ber hinek nexweşîyan digrin.

qunmezin7

Pisporên ku ji kovara Journal of Obesity re axivî ne, dibêjin ewê karibin hinek nexweşîyên merovên ku jar û zeîf in, bi bez û dohnê qelew yên paq û kelefan derman bikin û hetta ewê karibin van bez û dohnan li dijî nexweşîya şekir jî bikar bînin.

Pisporên Zanîngeha Oxfordê, bi namûsa xwe sûnd dixwin ku tu zirara wan bez û rûnên di paq û kelefên qelew û mezin de tuneye û dibêjin:“Bela jin û mêrên qûnmezin netirsin û ji mezinbûna qûna xwe fedî jî nekin“ û lotikek bêîman davêjin.
Axir, pisporên Ingilîz jina xwe ji xwe berdidin û pesnê paq û qûnên qelew û têrgoşt didin cîgerlerim. Îcar hûn qûna xwe mezin dikin yan nakin, ji nav şeqê Xaltîka Fatê ve û hûn sax….

 13.01.2010

Ev nivîs 359 carî hatiye xwendin


Şirove bike