Xanima bi çarşef, tirr ji Erebê qûnreş berda
Nesîmê Torî
Mêrek ji Dubaî, li dadgehê doza berdanê li jina xwe ya çend roji vedike.
Heta vir her tişt normal e. Haaa, îcar ji xwe re li vê ehmeqîyê binerin.
Mêrik bixwe Sefaret e (Consul), jineke tim di bin eba û çarşefê de nas dike. Diçe mala jinike, xwe bi malbata wê dide naskirin. Virde wêde, qehwa Ereban ji ewa wek jehrê vedixwin û di ber re jî xurmên bêhnpêketî dixwin.

Di wê navberê de mêrik dibê: „Bi destûra we, z dixwazim li jina ku ezê pê re bi zewicim baş binerim“.
Hema xesûya wî bang li keça xwe dike dibê: „ Wê çarşefê ji serê xwe bavêje û were civakê keçê“.
Ev jî heta vir normal e.
De ji vir û pê li qûnekîya Ereban binerin.
Dibêjin çend carên din jî jin û mêr hevdu li derve dibînin, destên hev digrin û bi hev re digerin (xwedêyo ma ev Ereb çi modern û pêşketî ne loooo). Lê belê jinik qet çarşefa xwe venake, tim çarşefa wê lêye û tenê herdu çavên we wek du gûzan xuya dikin.
Îcar roja dawetê, piştî ku di bin konê xwe yê ku hem avdestxane, hem medbax û hem ciyê xewê ye, têra xwe lotikan li hev dixin, êvarî dikevin nav livînan.
Mêrik xwe silfî tazî dike û dibê:“ Ya hebîbî, ya yanûnî, hele tu jî xwe ji min re rût û tazî bike da em çend lotiken bêîman bavêjin hev. Te ez werimandim, girêz bi devê min ketiye. Ev çend rojin li benda vê kêlîkê bûm, ê de were hebîbî“ û li dora jinikê dire û tê.
Jinik pêşî xwe virde wêde dide, dawî meyze dike xelasî nîne. Hema çarşefê ji xwe dişemitîne. Mêrik li benda bedewekê, bedewek ji wan bedewên Erebistanê ye qaşo (birastî me heya niha ti bedewên Ereb nedîtine de).
Yabo gava jinik çarşefê ji ser xwe dişemitîne û mêrik çav lê dikeve, waaweylêêêê, ew çiye? Jinik ne jin e, dahbeye dahbe! Merik ji tirsa bi xwe de mîz dike û hema direve derve.
Werhasil, wê şevê xew nakeve çavê qûnekê Ereb.
Roja din rast û rast riya dadgehê digre û dibe: „*Ez dixwazim jina xwe ya nû ya ecer berdim. Ez hatim xapandin xeyo. Rîha jina min wek rîha mêreki heye û çavên wê jixwe şaşo maşo ne, tê bê qey çavên masî ye, meriv nizane li ku dinere. Xesûya min roja ez li mala wan bûm mêvan, xuşka wê pêş min kiribû. Hawarêêêêê min ji destê vê zebanîyê xelas kin, ezê hersê telaqê wê têxim destê wê“ filan û fîstan.
Axir, dilê dadweran bi Erebê me dişewite û di kêlîyê de zewaca wan betal dike.
Îcar meyze kin hele, di vê sedsala ku meriv li ser hîvê û satûrn li avê digere, di vê sedsala ku meriv bi rêya înternet û telefonan li wî serê dinyayê hevdu dibîne, di vê sesala ku meriv dikare ji 40.000 kilometre ji ezmên bi rêka satelitan li lîka pozê xelkê binere, Erebên qûnreş hîna jî bi jinên çarşefkirî re dizewicin ku nizanin ew kesê/a bin çarşefê zilam e yan pîrek e.
Ê yabo bi xwedê em Kurd pêşketî ne looo. Ê bi xwedê şivanê gundên me dîsa ji van Erebên qûnreş biaqiltir in. Heyla Ereb hemi bi qurbana hêlikên Mam Celal bin erê welle û hew…
wallah tu rast dibéjé em Kurd ji ereban pir péşketitirin, erebén devreş u qunreş eeeeee lotikxane normale edi em disa li hayata xwe meyzinin.