P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
DE VÊCAR PEYA HERE
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
QEY ÇAVÊ WE DI QÛNA WE DE YE ?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Zingîniya guh


Dr. Mihyedîn

Car caran xuşînî û zingînî ji guhên meriv tê. Karakter û xurtbûna vî dengî çi dibe bila bibe, bi gelemperî ji zingîniya guh re “tînnîtus” tê gotin. Zingîniya guh bi serê xwe ne nexweşiyek e.

ohren

Nêzîkî %30 însanî car caran ji zingîniya guh gazindar in. Ev deng piraniya caran ji ber xweve winda dibe. Zingîniya subjektîf li derûdorê nayê bihîstin lê a objektîf ku, ji livandina bazû (kas) yên guhkê navîn tê, gellek caran ji alî merivekî nêzîk de tê bihîstin.

Destpêk û windabûna zingîniya guh ne kifş e. Carna ew deng heta bi mirinê berdewam dike û carna jî ji ber xweve winda dibe û diçe. Hinek sedemên zingînî yan çingîniya guh ev in:

-Xwîn baş nagere û ev bandorê li guhê tenik dike û dibe sedema kilsgirtinê.

-Hem tansiyona bilind û hem jî a nizm dibe sedema zingîniya guh

-Hestiyên guhê hundirîn kils digrin

-Nexweşiya şekir

-Gava damarên xwînê teng yan fireh dibin

-Nexweşiyên damarên ser û stûyê meriv ku nahêlin xwîn baş bigere

-Deprasyon û stres jî gelek caran dibe sedema zingîniya guh.

42-17799640

-Qîrewîr, trafîk, dengê mekîneyên kar jî gelek caran dibin sedema çingîniya guh. En deng carna di xewa şevê de jî berdewam dikin.

Heger zingîniya guh ji nişkê ve derkeve holê, zêdeyî du rojan bajo û bibe sedema sergêjî û serêşiyê, divê meriv  zû xwe bighîne ser Doktorekî û li xwe bipirse. Yan ev kare bibe sedema kerrbûnê.

Ev nivîs 116 carî hatiye xwendin


Şirove bike