Ma law Batmanî û seks ?op!

Êdî Kurd jî li gora cîhana gerdûnî (global) lotikan davêjin. Ê helbet canim, ma Kurd ne ji Ey?ika Ereb in, helbet wê bi pê? kevin û hetta wê porê xwe bi ?ampûanan jî bi?on.

Axir, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Batmanê be, dibêjin kesê bi navê Serhat Gultekîn, li Batmanê dikanek kirê kiriye û xwestiye dest bi bazirganîya ti?tik mi?tikên seksê bike. Yanî dikana “seks ?op” ê veke û Batmanîyan fêrî tirr û fisên seksê, xirik û mirikên lastîkî, kondom û çewalên xweparaztinê bike.

kondom

Dibêjin Serhatê me di destpêkê de daxuyanî dane belavkirin û di daxuyanîyan de gotiye.”Law Batmanîno, heger pirsgirêkên we yên zayendî (seksî) hebin, serî li me din. Emê we bikin wek dermaleyên malê û derdê we derman bikin” filan û fîstan.

Ê helbet Batmanîyan jî meraq kiriye bê ka gelo ev dikana “seks ?op” çi dikan e, zebe? û kundiran difro?e, dendik û nokan difro?e, sol û ?erwalan difro?e, çi quzilqurt e. Pi?tî ku ketine hundur hayhooooooooo, wey bavo li vê qiyametê! Ji xirrên lastîkî bigrin heta bi kondom û nepoxan, ji derpî û binkirasên qulqulkî bigrin heta bi ?erwalên çermê biriqandî, ji xarxaronk û gunikên ?iklo miklo bigrin heta bi qul û arkunên lastîkî, ji flîmên homo-lezbîyen bigrin heta bi flîmên garankî, ji pirtûkên “kê kir kê” bigrin heta bi pirtûkên “xistin û derxistinê”, ji çeqmaqên seksî bigrin heta bi vîagra û hebên rakirin û sistkirinê, werhasil her ti?t û hacetên seksê di dikana “seks ?op”ê de hene. Ê ji xwe navê wê li ser e wî, seks ?op! Ma di seks sopê de kutilk û mehîr hayê firotin.

Kondomo

Axir, pi?tî ku xelkê gilî û gazindên xwe gihandin xwedîyê xênî û muxtarê taxê Mehsûm Padir, seks ?opa me hat girtin û Serhat Gultekîn jî got “çîzzzzz” û teslîm bû, rebeno mecbûr ma di nava du rojan de dikana xwe bigre û girt.

Werhasilî kelam, niha bajarê Batmanê bê “seks ?op” e cîgerlerim.  Perakî ba? di ti?tik mi?tikên seksê de heye ellawekîl. Heger hûn mêr bin û ji pi?ta bavê xwe bin, werin li Batmanê seks ?opekê vekin û bi peran bilîzin. Lê heger hûn hatin jî, doxîna xwe bi 101 girêkên kor bijdînin. Yan na, bi ellawekîl wê Batmanî û tew ji xwe ev Hebizbinî xirrekî ji ewên lastîkî di ser serê we re bihejînin û xelas….

Êlih

About The Author