Ev çi tofan bû gidîîîîîîîî!

 

 Van heyaman lotik li ser lotikan li endam û alîgirên PKK dikevin yaw. Nizanim ne hinekan li ser wan xwendiye, ne hinekan nivi?tên ?a?oma?o ji wan re çêkiriye û ne jî nezera çavan li wan ketiye.

Hema sedem çi dibe bela bibe, xwedê ahê hevalan ji kesî re nehêle wesselam.

roj

Dibêjin pi?tî Îtalya û Fransayê, polîsên Belçîqî jî li endamên PKK hatine xezebê û çavsorî li wan kirine. Polîsên ku ji 300 bijareyan hatine komkirin, wek garanê êrî?î mal û dezgehên hevalan kirine û kîs û çewal xistine serê wan, ew girtine. Tew avêtine ser Roj TV jî û ji we?ana wê re gotine: Êdî bes e!

Di vê operasyona bêbav de Serokê KNK Remzî Kartal û Zubeyîr Aydarê me jî hatine girtin û polîsên Belçîqî bê fedî çewal xistine serê wan jî.

Bav û kalên me dibêjin:”Filankeso nikare bi kerê, dibeze kurtên”.

Ê oxlim, Amerîkîyan li Iraqê çewal xistin serê eskerên Tirk we dengê xwe nekir, hûn kerr û lal bûn. Ma hûn heyfa Tirkan ji Kurdan hiltînin ku kîs û çewalan dixin serê Kurdan hêêê? Law ma hûn ji bavê xwe fedî nakin oxlim? Ka demokrasîya we û demokrasîya Ewrûpayê babam?

roj2

Îcar çapemenîya Tirko çi binivîse ba?e? Dibêje:

“Li Ewrûpa ciyê razanê ji PKK re tunene”.

Olan oxlim, çawa ciyê razanê ji PKK re tuneye babam? Law pansîyona Lotikxanê fireh e, kontenjanên me vala ne, dîwanxana me têra 500 babaegîdan dike. Hem ?orba nîskê heye, hem jî meqerna me pir e. Ma em hevalên xwe ?eveder dihêlin oxlim, wîî! Ma heta otêl û pansîyonên Lotikxane hebin, em Kurdan ?eveder û bê ciyê razanê dihêlin ewladim?

Werhasil, ez bi navê sîxurên Lotikxanê yên Hollanda, Fransa, Belçîqa, Luksembûrg û Îspanya, vê operasyon û helwesta dewleta Belçîqayê ?ermezar dikim û qûna wan bi ?î?ek sor sax didim, xelas!

Belçîqa

About The Author