Amerîka lotikek qerase li Tirkan xist

Talîya talî Tirk di tirsa xwe re derketin. Law ev tirs çi ti?tekî pîs e, wey bavoooo wey bavoo!

Komîteya Karûbarên Derve ya Meclîsa Nûneratîya Amerîkayê jenosîda Ermenîyan a 1915an xist dengdanê û di encamê de bi 23 dengan hat qebûlkirin. 22 endaman got naaaaaa û 23 endaman jî got belêêêêêê!

robert_menendez jpg

Li ser vê lotika nêîman, Tirk rabûn ser tapanan, kirin qîr û qiyamet û balozê xwe yê Amerîkayê bi pa?de ki?andin, mêrikan xwe xeyidandin.

Ê helbet rastî tehl e canim, ma herkes tehamilî rastîyê dike, na. Tew ji xwe cîgerim Tirk qarda?lerimiz qet û qet rastîyan qebûl nakin û alerjîya wan li hember rastîyê heye.

Werhasilî kelam, niha halîhazir navbera Tirkan û Amerîkayê bûye kafir kerafî. Îcar wê di pê?erojê de çi lotik û zîtirkan li hev xin xwedê zane û hûn sax…

Lê kêf kêfa Ermenîyan e û dibêjin:”Oxyannnnnnnn, talîya talî me ev tirr ji Tirkan re nehi?t” û govend û dîlanê digerînin.  

Lê wê ev kêfa wan heta kengî bidome tenê Ezraîl û Cebraîl zane..

Amerîka

About The Author