Mesût Tek lotikek bêîman avêt

mesut tek?evê din, ango 06.03.2010, Komkar EU (ne dolar ha) Newroza xwe li bajarê Wuppertalê pîroz kir û xwe ji te?qela 21ê Adarê xelas kir.

Werhasil, ciwamêrekî bi xêra dê û bavê xwe ez li kera xwe siwar kirim û me berê xwe da bajarê Wuppertal a Almanya, bajarê bi çiyayên seqem û sermê.

Pi?tî xirepi? û zîvronekên çiya û newalan, me bi zor û heft belan salona ?evê dît. Lê sermayek hebû serma bû haaaaa, bi ellawekîl tirr û fisên meriv li hewayê dikir teriz û qe?a û bi ser me de dibarand.  Min serma wilo nedîtibû.

Axir, pi?tî me park û kozikek ji kera xwe re dît û ew di axur de girê da, em çûn salonê û li devê derî li benda sîxurê Lotikxanê Lezgîn ?êxo man. Pi?tî sîxurê me hat û mohra Lotikxanê li protokolê xist, em derbasî nav lotikvanên ?evê bûn û me silav û kulav da civata hazir û nazir.

Ji xwe piranîya kesên ku tên ?evan (xort û keçên ku dixwazin xwe li erdê xin û zîtirkan bavêjin ne tê de) ji bo hevdîtina dost û nasan tên. Yan na, hunermend eynî ne, stran eynî ne, doner kebab eynî ye, çay û qehwe eynî ye, yanî eynî tas û eynî himam e lo. Tenê fêda wê ew e ku meriv dost û nasan dibîne û çend fitne û fesadîyan ji hev re dike. Yan na, ?orba nîskê li her ciyî ?orba nîskê ye.

Axir, di ?evê de hinek girgirek û lotikvanên mîna Mesût Tek (Sekreterê PSK û mêrê bi 100 mêrî), Abdurrahman Kurt (wekîlê partîya AKP ê Amedê û dîsa mêrê bi 100 mêrî), hinek nivîskar, siyadetmedar û zimandirêjên înternetê filan û fîstan be?dar bûbûn. Herçiqasî salon bi temamî mi?t nebûbû jî, lê li gora wê sermê û dûrbûna ciyê ?evê, ?ev ba? bû, salon germ û nerm bû û ?ûr simbêlê Komkar EU û PSK nedibirrî.

Wek hunermend dîsa ?ivan Werwer, Mîckaîl, Ezraîl û Cebraîl, Çepik û Çopî, Xelo û Celo hebûn. Lotika herî nuh ew bû ku dengbêjê ciwan Delîl Dîlanar cara yekem derdiket ?eva Komkarê. Dîlanar peyamên xwe? dan û e?kere kir ku êdî ewê nebe mirîdê tu partîyekê û ji bo xizmeta ziman û çanda Kurdî di her çalakîyê de be?darîyê bike. Ev lotikek xwe? bû.

kurt

Lotike ?îr û ?îrîn jî ev bû ku lotikvanê seksî û wekîlê AKP ê Amedê cîgerim Abdurrahman Kurt, axavtinek radîkal, xwe? germ û nerm kir û îmana meselê teneke kir. Bi ellawekîl Abdurrahman Kurt ji serok û rêberên Kurdên bakur re got “aha qûça we” û di axavtina xwe de çirand û çirvirand, tirr ji meselê berda. Ez dibêjim yekî wek Abdurrahman Kurt bibûya serokê partîyek Kurd wê 101 carî çêtir ba. Aferîn Abdurrahman Kurt, bi telaq tu berazekî mêrayi û hew, wî!

Werhasil, îcar ez bêm ser fêda ?orba nîskê û nokên kelandî.

Ber bi dawîya ?evê ve, sekreterê PSK cîgerim Hecî Mesût Tek (ma ne çûbû Lale?a nûranî û bûbû hecî lo) derket ser dikê û dora lotikan dora wî bû. Erê kurt lêxist, lê xwe? lê xist ha. Hindik û rindik yanî.

Gava Mesûtê me derket û dest bi axavtina xwe kir, keç û xortên salonê wek ciwange û nogonên nav garanê dîn û har bûn û dest bi slogana “bijî PSK, bijî PSK” kirin. Erê venexwaribûn, lê hema hema wek hespên Bahman Gobadî nîv serxwe? bûbûn yanî.

Ez serê we bê?înim, pi?tî slogana xort û keçên sexwe?, Mesût Tekê me got:”Êdî bes e! Partî tên û diçin, lê Kurd û Kurdistan her dimîne. Ji ber vê, divê hûn nebêjin bijî PSK, divê hûn bêjin bijî Kurd, bijî Kurdistan cîgerno” û lotikek Kurd û Kurdistanî avêt.

Aha ev lotika Hecî Mesûtê me lotikek Kurdistanî bû, lotikek xwe?, lotikek germ û nerm bû. Ev lotika wî ji alî gellek kesan ve hat pesinandin û cîgerim payebilindî û pûanek stend wesselam.

Werhasilî kelam, Newroz li we û li temamê Kurdan pîroz be gelî xwendevanan.

Heta lotikek din, bimînin di nav nok û nîskan de…

Almanya

About The Author