PEPÛÛKKK, KEÇNO EV NE KERR E !

Sidîqo etarî dikir. Li ser pi?ta kerê, gund bi gund digerîya û hûrmûr (benî?t,balon,lîstok û hwd..) difirot, pê derbasîya xwe dikir. Lê Sidîqo pir miqelît û fenek bû. Gava derdiket gundan bazirganîyê, xwe li kerrîtîyê diavêt. Ji gundîyan werê deng nabihize, kerr e.

    Pîrekên gund li ser kanîyê ne, bi hev re henek û laqirdîyan dikin. Sidîqo jî kerên xwe tîne ku av bide. Kerê nêr xirê xwe rep kiriye, li bin zikê xwe dixe û dike hirre hirr. Pîrekek gund dibê “ keçno ka lê mêzekin xirê kerê çiqas dirêj e “.

adam1

Pîrekên din dikenin, bi rew?eke ?ermoke yek dibê: “ Keçê wê mêrik bibihîze ?erm e “.

A din dibê: “ Keçê ev bû çend salin em dinasin, ew kerr e, nabihîze “,

Werhasil, dest bi suhbet û henekên xwe dikin.

Pîrekek ji yên din re dibê: “ Keçê tu dikarî vî xirê kerê bikî xwe ?

Ya din dibê: “ Wîîîîîî, na keçê wê min bikuje, ka mirov dikare bike xwe pir gir û qlind e reben”.

Yek dibê: “ Ez dikarim nîvê wî bikim xwe “.

Ên din jî di kenin.

Bûka teze gava dibê: “ Ma çi bûye, wele ez dikarim gi?tikî bikim xwe qet ti?tek jî nake “.

Dibe pilqîna Sidîqo û bêhemd dikene. Pîrek ?îyar dibin ku Sidîqo ne kerr e  û dibihîze. Dikin qîre qîr, bi satil û firaxan li nav serê Sidîqo dixin, dibên: “ Te xwe li kerrîtîyê avêtîye, te hemi ti?t bihîst ne?

Werhasilî kelam…

Yabo bi sê telaqên jinberdanê, Kurdên me jî xwe li kerrîtîyê danîne. Dagirker dibên: “ Hûn qûyrixlî ne, hûn ne netew in, hûn bê ziman in, hûn bê war in, hûn ?akî-e?qîya û terorîst in “ lê em hîna nabihîzin! Heta kengê gelo ?

De ?îyar bin malneketno, ocax ne korbûno ! Carekê wî wek Sidîqo deng bibin xwe law, wîî!

Ma ne bese evqas bêdengîya we babam ?

Kurdistan

About The Author