?ifêr, qomser û heval

 Zilamekî bi tirimpêlê pir qeze dikirin. Ji ber ku qomserê qerekolê dostê wî bû, hercar ew ji heps û cezê xelas dikir.

Ne carek, ne dudu,ne sê, dostê wî jê tê serê bêvilê û jê re dibê: “Filankes, min di te kiro,  binêr ez ji te re sûnd dixwim ku carek din tu dîsa qezeyê bikî û têkeve qereqolê, ez nema te berdidim, ezê te bigrim û têxim hepsê, bes e law!”

Fahrer-in-Bangkok
Cend roj derbas dibin, rojekê qomsêr dinere ku dîsa zilamê wî di ber polîsa de ye, ew girtine, tînin qereqolê û dibên:” Qomser beg, vî qûnekî dîsa tirimpêl li yekî qelibandiye”.

Hema qomsêr ji cihê xwe radibe û dibê: “Ma ne min ji te re sûnd xwaribû,
bi xwedê nema xelasya te heye”.

Zilam dibê: “Qomserê min, bêhna xwe fireh bike. Erê min dîsa qezeyek kiriye, lê vê carê ne sûcê min bû. Min tirimpêla xwe dajot yek kete pê?îya min. Çiqasî min banê kiryê min got xwe bide alî, lê xwe neda alî. Min jî nema karîbû tirimpêl bisekinanda, talî çû lê qelibî. Ma ez çi bikim cîgerim”.

Qomsêr dibê: “De ba? e, emê bi hev re herin cem kesê birîndar û jê bipirsin bê ka bira wilo qewimîye yan na”.

Radibe bi hev re diçin nexwe?xanê cem yê birîndar. Qomser jê dipirse
dibê: “ Vî zilamî tirimpêl li te qeliband?”
Birîndar dibê: “Erê wele ev qûnek bû”.
Qomser dibê: “Heyran li gor ku ev dibêje, tu ketiye rîya wî û çiqas bang li te kiriye gotiye xwe bide alî, te xwe nedaye alî. Ma bira rast e?”
Birîndar dibê: “Erê weleh rast e”.
Qomser dibê: “Ê heyra balê tu sûcdar e. Ma çima te xwe ji rîya wî neda alî?”
Birîndar dibê: “Qomserê min! Ez li hundirê dikana xwe li pi?t masa xwe, li ser kursîyê xwe rûni?tî bûm. Ma minê xwe çawa bida alî û ezê bi kuve biçûma?”

 
îcar heyran mesela hevalan jî weke a zilam e.Heval li mala xwe rûni?tî ne jî, xelk dest ji wana naqerin. Hela em a Tirkan fêhm dikin, lê ya Ewrûpayê çîye, dixwazin çi bikin me ew fêhm nekir.
Ger min ti?tek ji wê meselê fêhm kiribe ez Denîz Baykal bim û hew.

 

 

About The Author