Komela Roj, roja Kurdên Surî tarî kir

 Yabo  me got tu xêr di qûna van partiyên Kurdên Sûrî  tuneye, hinek dibêjin hûn bebextiyan li wan dikin. De ka werin li kesên pê?engên vî be?î binerin û destên xwe deynin ser ojdanê xwe û bêjin ka em rast dibêjin yan na.

Berî çend rojan ajanekî Lotikxanê çû bajarê Veckta/Almanya ji bo lêkolînekê li ser Kurdên Sûrî çêke. Hûn zanin em rastî çi hatin biraderên hêja?

roni hemin

Hunermendê me yê deng keçik, wek gurê devbixwîn êrî?î feqîrê Hêmen Kudaxî kiriye, ew avêtiye bin lingê xwe, berçavka rebenê Hêmen di bin lingê xwe de perçiqandiye, hev bernedane heya polîs û Kurdên wan derdoran tev li wan civiyane û bi darê zorê ji hev vekirine.

Wele we huner û helbest kir tir biraderên hêja!  Ger hûn bi hev kevin, ma law em feqîrên nexwendî emê çi bikin ha? Bi ?e? telaqan we mesele kir tirrrrrrrrrr!

Dibêjin Feqîrê Hêmen helbestvan e û mê? ji ber nafirin. Lê bi sê telaqên jin berdanê, li gora lêkolîna me ?er ?erê Partîya Yekîtî û Yekîtîya Kurdistanî ye. Ronî û Hêmen bûne qurbana perçebûna vê partiyê. De li ser xêrê be yabo, we vê carê pozê hev ?ikenand, cara bê jî kêr û demançan li hev bik?înin….

Wekî din jî li ser bextiê gotiyan be, dibêjin hinekan rebenê Ronî li dijî Hêmen sor kiriye heya bûye mîna îsota Ûrfayê û bi ser û çavên Hêmen de teqiyaye.

Kuro lawo qa?o hûn hunermend in, rew?enbîr in, we çi ji Fûad Elîko û Abdulbasit ê birayê min e? Hi?ê xwe topî serhev bikin û bi taybetî bera biraderê min ê hêja Ronîcan li vê ?îreta min guhdar bike û neyê lîstika tu kesî. Kuro Ronî, kesî xêr ji van partiyan nedîtiye heya tu bibîne keko!

De here lo, bi quran heya saleke din jî tu ji mehkeman xelas nabe û ev polîsên Alman wê te reben û riswa bikin.  Îca zu here ba Hêmen,  lêborîna xwe jê bixwaze û pê re li hev were û hew. Guh mede kesî û hema kî çi dibêje bera bêje û hew…

Weleh û bileh û tileh, tu xêr di qula van partiyan de tune birayê min tune, welah ûl azîm tu xêr di wan de tune….

Ahmedê Berazî

Almanya

About The Author