Em Lotikxanê difroşin!!!!!

seks comDibêjin:“Xwedê teala bi elb û çewalan bi ser hinekan de dibarîne“. Ewqasî ku ?ans û nesîbê hinekan fireh e. Ez bawerim tenê em Kurdên xwelîliserên bakur, rojava û rojhilat bê ?ans û nesîb mane. Ma?elle Kurdekanên me yên ba?ûrekan sînorê ?ans û nesîb jî buhurandine. Tew xwedê teala ne bi elb û çewalan, lê bi telîs, xurcik û bîdonan bi ser wan de barandiye. Wan 10 dixwest, xwedê 100 daye wan. Bi qewlê xwedê û saya serê xalê me G.W.Bû?h, canekanim ji tengasiyê derketin firehîyê û kêfa li ser kêfê dikin. Xwedê hîna jî bide wan rebbî…

Axir, mesela me li ser ?ans û nesîbê fireh bû.

De binerin bê qismetê zarokên xelkê çiqasî fireh e û bi saya malperên xwe çawa bûne milyoner.

Çend malperên ku tenê bi firotina navê xwe bûne milyoner ev in:

Sex.com: Bi 14 milyon dolar hat kirîn û xwedîyê wê yê niha ew derxistiye mazatê, bi 1 milyon dolar mazatê vedike.

gazino com

Vodka.com: Bi 3 milyon dolar hat firotin.

Toys.com: Bi 5.1 milyon dolar hatibû firotin

Israel.com: Bi 5.88 milyon dolar hat firotin.

Beer.com: Bi 7 milyon dolar hat firotin.

Diamond.com: Bi 7.5 milyon dolar hat firotin.

Business.com: Bi 7.5 milyon dolar hat firotin.

Porn.com: Bi 9.5 milyon dolar hat firotin.

Fund.com: Bi 9.99 milyon dolar hat firotin.
Û wekî din….

Hûn dibînin bê zarokên xelkê çawa jêhatî ne û malperên xwe bi milyon dolaran difro?in ne wilo?

Birastî gelo malperên Kurdî çend qirû?an dikin kes pê zane?

Ji bo ku em pê zanibin bê malperên Kurdî çend qirû?an dikin, emê ji Lotikxane.com ê dest pê bikin û wê bidin ber bazarê cîgerno.

Ji ber vê; em Lotikxane.com ê derdixin mazatê û difro?in gelî xwendevanan.

Vekirina mazata me ji „1000“ hezar dolarî dest pê dike.

Kî herî zêde bide û navekî qerase bi dû xwe xe, emê Lotikxanê jê re bixemilînin, bikin bûka serbixêlî, li ser pi?ta wî siwar kin û mehra wan bibirin.

De yallaa… Îsa û Mûsa li pi?ta we bin.

Haaaaaa, em xaltîka Fatê û Sofî Xelef jî bela?, bê pere, wek diyarî di ser re didin we ellawekîl..

Ev fersend carek din nayê haaaaa….

About The Author