Di sala xwe de ji birçîna mirin

Wek hûn zanin, li Çînê her sal sala heywanekî ye. Sala çûyî sala mi?kan bû. Îsal jî sala pilingan e.

Çînî li gora heywanan tev dilivin. Gava sal sala mi?kan be, wek mi?kan difikirin. Gava sal sala çêlekan be, wek çêlekan xwe virde wêde dihejînin. Îsal jî ji ber ku sal sala pilingan e, Çînîyên me, ango cewrik û nevîyên Mao Zeytûn, wê xwe li gora pilingan bipîvin û tev bigerin.

kaplan

Lê sala pilingan herî zêde li pilingên reben nehat. Yanî qa?o sala 2010an sala wan e, lê ji birçîna dimrin û Çînîyên me bêbextîyê li piling û sala pilingan dikin.

Dibêjin hingî Çînîyên Mao Zeytûn ketine ber timaya dinyayê û wey li wî ye ku bi çêkirina ti?tên sexte xwe dewlemend bikin, dev ji piling û heywanatên din berdane û tew hew xwaronê jî didin wan, wan ji nêza dikujin.

Ez serê we neê?înim, di sala pilingan de, yanî sala îsal, li Çînê 11 piling ji birçîna mirine û ?ehîd ketine. Li ser vê sosretê, dibêjin ku pilingên Çînê komcivîna xwe çêkirine û biryar dane ku biçin ser gora Mao Zeytûn û gilîyê hikûmetê li ber wî bikin.

Axir, ez wek sîxurê Lotikxanê û nûnerê be?ê Asyayê, mirina 11 pilingan ?ermezar dikim û beng li Komela Heywanparêzên Dinyayê dikim ku heyfa pilingan li erdê nehêlin û vê tirrê ji Çînîyên pozkovikî re nehêlin.

Pekîn

About The Author