Hovîtiyek û Mikurhatinek

utangac-300x193Pi?tî ku Swêd lotikeke bêîman ji bo meseleya qirkirina ermenan avêt, hejmara welatên ku ev qirkirin qebûl kirine gihî?te 20 an û çav li rê ye ev hejmar zêdetir jî bibe. Weke ku dîroknas jî dibêjin; em jî meselê hewaleyî dîrokê dikin û vê çîrok û serpêhatiya li jêr bi we re parve dikin.

Ji kerema xwe gava we nivîs xwend nifir û çêrên xwe di be?a ?îroveyan de bi zimanî ermenkî binivîsin. Heke na em berpirsiyariya gotinên we qebûl nakin!

Dema terqa filehan, bi min jî ne xwe? bû ku fileh dikû?tin. Lê belê hinekan ew dikû?tin. Sîleh dane min û hevalekî min jî. Ji me re gotin: “Hûn jî herin bikûjin.” Hevalê min ji min re got: “Were em herin newalê.” Em derketin çûn ber çemekî. Çem dehl bû. Li ber kemekê me dît ku jinek hatiye kû?tin. Bi texmînî me zanibû ku ew ermenî ye. Li ser pi?tê dirêjkirî bû. Zarokeke biçûk li ser dilê wê bû. Diyar bû ku zarok hê nû bi çaplukan diçû. Pi?tî ku pîrek hatiye kû?tin zarok bi çaplukan hatiyer ser dilê wê, pêsîra wê derxistibû û lê dimijiya. Pîrek belkî wê rojê an rojek berê hatibû kû?tin, kes nizane…

Xi?tîna piyê me çû wê zarokê. Gava ku ew çav bi me ket devê xwe ji memikê derxist. Xwe hildavêt, çavê wê li me bû, weke ku dixwest em herin rakin…

Hevalê min çêr kir, berê tivinga xwe dayê û got: “Ez ê wî bikûjim.” Min got: “Bernedê!” Wî got: “Ez ê berdim.” Min got: “Na!” Wî got: “Ê!” He me berhev dida teqîn ji tivinga wî hat. Serê zarokê perçe bû û gêrî nava avê bû, bi avê re çû. Min jî xwe winda kir, xwe ranegirt û berî hevalê xwe da. Ez nêzî la?ê hevalê xwe bûm, min lê nihêrt, piçekî sekinim, xwe tev nade miriye…

Îcar ez po?man bûn, lê êdî ti?tekî ez bikim tune bû…Min hemû fî?ekên xwe berdan hewayê ber bi gund ve bazdam û min hewar da gundiyan: “Hewar e, hewar e, werin ermeniyan hevalê min kû?t, fî?ekên min xelas bûn, ez bi zorê xelas bûm, reviyam hatim.” Gelek ji gundiyan rakirin sîlehên xwe û berê xwe dan newalê. Pi?tî nîv saetê em rastî termê jinikê û hevalê min hatin. Gundî çûn ser terman û pirsîn: “We berî jinikê daye?” Min texmîn kir ku wan fêm kiriye ku jinik nû hatiye kû?tin. Min jî got: “Ez nizanim  me berî hevdu da, min dît ku hevalê min ket, ew pir bûn, ez ber bi pa?ve vediki?iyam û min ?êr kir heta fî?ekên min xelas bûn. Nizanim bê jinik bi derba me ketiye yan bi berê ve hatiye kû?tin.”

Xeyala wê zarokê dihate bîra min, min nikaribû xwe ragirta û ji ber vê jî digiriyam. Gundiyan digot qey ez ji ber kû?tina hevalê xwe digirîm…

Ev serpêhatî ji pirtûka “Desteyek Ji Çîroka Jiyana Min” a Mehmûd Ye?îl hatiye girtin. Ye?îl, ev çîrok ji bavê xwe bihîstiye. Ew kesê ku di vê serpêhatiyê de li ?ûna ermenan hevalê xwe kû?tiye gotiye ku, divê ev bûyer weke sirekê bimîne û ji tu kesî re neyê gotin. Rûpel: 69-70-71

About The Author