Em jî dixwazin canekem!

Kakacan û biracanên me yên azad xatir li ser xatiran digirin û bi ser canik û canekanan de peran dire?înin. Lê belê Lotikxane û xebatkarên wê ji bo ziman û ragihandina Kurdî qû? lixwe qetandin, kirin û nekirin dengê xwe nebirin tu kesî.

Ahmet Ozal, kurê serokomarê berê yê Tirkiye yê esil Kurd Turgut Ozal, ji medyayê re daye xuyakirin ku, rêzdar kak serok Berzanî malbata wan vexwendiye Kurdistanê ku werin bi pi?tgiriya hikumetê kar û barên avahîsaziyê bikin. Ahmet Ozal dibêje; 5 sal berê Serok Berzanî ligel diya wî Semra xanim ew vexwendine Kurdistanê û ji wan re gotiye ku dixwazin ji bo xatirê rehmetiyê bavê wan, kar û pere bidin wan.

ahmet ozal

Ahmet Ozal jî bi zîtirk û lotikan  rabûye û bi kêfxwe?î ev daxwaz qebûl kiriye. Ozalê ku ji kêfa serdana tirba bavê xwe jî ji bîr kiriye, bi lez û bez bi navê Ozal Group ?irketek bi sê ?irîkan vekiriye û niha li Hewlêrê ji bo kakacanan 1000 heb xanî çêdike.

Ozal dibêje; Me nexwestiye dilê serok bihêlin û lewma vî karî bi hêz û vînek kesanedîtî dime?înin.

Li gorî daxuyaniya Ozal, wê her serê xaniyekî 10 hezar dolar ji wan re bimîne. Dîsa ku ne vir be, gotiye herwiha çavê wan di kar û pereyên zêde de jî nîn e. Ahmet Ozalê ku ji Enqereyê du heb ?irîkên Tirk ji xwe re dîtine, heta niha 80 xanî qedandiye û dibêje wê heta çend salan ew der bibin weke Dubaî û Abu Dabiyê.

Em bi bîr dixin ku Ozal her çiqas berî wefata xwe ji bo Kurdan hinek hewl dabin jî, em dizanin ku destpêka cerdevanî û avakirina herêmên awarte di serdariya wî de pêk hatine û bi hezaran gund di dema wî de jî hatine ?ewitandin.

Erê lawo Lotikxane ji Ey?ika Ereb e!

Pi?tî van agahiyan û xatirgirtinan, em weke malpera Lotikxane gelekî li ber xwe ketin ellawekîl. Ji ber vê jî çend pirsên me ji kakacan û dilocanên me re hene.

Pirs 1: Gelo hûnê kengî ji bo Lotikxanê jî hêlînekê çêkin da ku Kurdiya me ya xwe? û ?êrîn ji nav destê me nefilite û neçe?

Bersiva Lotikxanê: (Niha ji ber ku tu alîkarî ji Lotikxanê re nayê dayîn û em nikarin xwarinên xwe? bixwin, bêhna tirr û fisên me hinekî genî ne. Ji ber vê em ji xwendevanên xwe lêborînê dixwazin.)

Pirs 2: Hûnê kengî bi qedr, qîmet û nirxa medyaya Kurdî bizanibin?

Bersiva Lotikxanê: (Lotikxanê Kurdî xist heta nava nivînan jî, malnemîratno ma ji vê bi nirxtir ti?tekî din heye?)

Pirs 3: Ma xatirê zimanê me Kurdî bi qasî xatirê Ozal jî nîn e?

Bersiva Lotikxanê: (Bi saya Lotikxanê Kurdên me bi zimanê xwe hînî alastin û mizdanê jî bûn. Ma qey xatirê vê jî nayê girtin wîî!)

Lijneya Rêveberiya Lotikxanê

About The Author