Hunermendên binxetê bi xwe de berdan.

Roja 12ê Adara 2004an dema Kurdên binxetê serî hildan, Sofî Xelefê min ji vir tûj ajot binxetê û çû ket nav wan. Di wê gavê de min got mêranîya sofî hebe bera nuha be, sofî çû û wan bêbavê cendirmên Sûrî ew miletê destvala dan ber gullan û agirê topên xwe. Kurdan peykerê wan ?ikand, wan 34 ciwanên wek çêlîyê ?êran dan ber gullan. Ji wê rojê de min çarika re? ji ser serê xwe ranekirîye û Kurd bi hewara binxetê ve çûn, dunya ser û binî hev kirin.

Neyse, min serê we pir ê?and. Wextî ez îro po?man bibama ku min ew ê? ki?and, lê cardî jî min got bera vê carê jî golikek garanekê xera neke.

newroz-herne-index

Erê yabo, min xwe hazir kir û bi qirikek tije girî û min berî da goristana ?ehîdên 12 Adarê. Nizanim kê ji min re got: „Pîrê tê here ku, te sofîkê xwe jibo Kurdên binxetê wenda kir, ma tê  xwe jî wenda bikî?..

Min got: „Çima yabo, ma ferqa me çîye?“

Got: „Ferq tuneye, lê heger ew in ew di 12ê adarê de  reqis,  dîlan û mîlanê dikin..

Min got: „Waweylê, ev kê riwê xwe re? kiriye û di 12ê Adarê de daweta zarokên xwe çêkiriye?“

Wek hinek kûzek ava sar bi min dakin dema got:..Pîrê..

RONîCAN, ?EYDA Û BI ÇEPKÊN CAN DOST li Almanya û di 12ê Adarê de repandine lotik û dîlanê. Veger malê, ma te serê xwe xwarîye“ û got heger tu bawer nake, her malpera Dilocan…..

Law jibo xwedê, heger we Sofî Xelef dît bera ne?emite û nere cem wan dilkeviran. Hema bera jibo xatirê van dayikê kezeb ?ewitî be…

About The Author