DARCIGARA YEK MITROOOOOO !!!

Demên ez zaro bûm, di heremên bajarê Cûlemêrgê de qaxiz peyda nedibûn. Lewra xelkê xwecihî yên cigarekê? qelûn dixebitandin. Qelûnên wan dirêj bûn. Xasma yên e?îreta Pinyani?îyan bi dirêjahîya xwe navdar bûn. Yên hinekan 75- 80 cm bûn. Wan ew qelûnên xwe dikirin pi?t stûhê xwe û yê hinekan digehi?t kelêjê (movika qûnê).

Lê pi?tî gund belav bûn, pelên cigaran û cigarên qaçax pir bûn û ew be?ê çandê jî nema. Lê wusa xuya dike ew çanda kevnar nûjen dibe.

darcigare

Mehmûdê Qewalî 42 salî ye û ?ofêrê qamyonê ye. Ew 27 sal in cigarê dikê?e. Ji ber cigarekê?anê cûreyên nexwe?îyan jê re peyda dibin. Diçe doxtor, pi?tî maîne û tehlîlan doxtor jêre dibêjê:” Cigarê dûrî devê xwe bigire.”

Ser wê gotinê Mehmûd, ji xwe re darcigarek yek mitroyî ji dara spîndarê çêdike. Li gor fesad û ewanên sûka Cûlemêrgê, Mehmûd dibêje: “ Bi ?e? telaqên jinberdanê, pi?tî vê darcigara yek mitroyî arê?eyên min kêm bûne wî”.

Vêcar gelî xwendevanên Lotikxanê, heke hûn nikarin cigarê biterîkînin, wek Mehmûdê Qewalî ji xwe re darcigarên dirêj çêkin.

Haaaaa ji bîr nekin!

 Hûn dikarin wî darcigareyî jibo ?er û pevçûnan jî bixebitînin û cezayê wê jî nîne. Min bixwe hem darcigare, hem jî qelûnek 40 cm heye.

Ji min gotin, hûn dikin an nakin hûn dizanin babam.

About The Author