Hevserokî na, Hevjînî erê!

çima hevjîn

Gava Hevserokatî hebe bi du serokan garan û pez name?e. Hema we dît ku yekî berê xwe da aliyekî û yê din jî berê xwe da aliyekî din. De ka bêjin; wê pezekî bi du ?ivanan çawa rêya xwe bibîne?!

Di Rêveberiya Hevjîniyê de pirsgirêkên wiha qet dernakevin. Hevjîn weke navê xwe her tim mecbûrî hev in û bi hev re ne. Diçin heman malê û dikevin nav heman nivînan. Ji ber vê nikarin cih û warê xwe bêxwedî bihêlin. Nava rojê çi bikin jî çaxê bû ?ev serê herduyan dikeve eynî kozikê.

Belê pirî caran Hevserokatî jî eynî weke Hevjîniyê ji jin û mêrekî pêk tê. Lê di hevserokatiyê de xizmantî tune ye.  Dibe ku herdu di gelek biryar û helwestên xwe de lihev nekin. Ji ber ku mirovtî tune di navbera wan de nikarin ti?tê dilê xwe di rûyê hev de bêjin. Ev sedema alozî û neliheviyan e. Tew rebenan jixwe mafê wan ê ji hev xeyidînê jî nîn e!

Ger Hevjînî hebe, heta bi sê telaqên jinberdanê sond neyê xwarin dikarin her roj ji hev bixeyidin û li hev jî werin. Di Hevserokatiyê de ev qet nabe, ku carekê bi ser kirê hev de çûn lihevhatin zehmet e. Lewma wê tu carî nikaribin ti?tê dilê xwe ji hev re bêjin û wê car caran bêyî hevdu lotikan jî bavêjin.

Di Hevserokatiyê de jin û mêr nikarin jiyana xwe ya arizî bi hev re parve bikin û di nav nivînan de xwe bigevizînin! Jixwe ji bo vê temenê Hevserokan jî divê hevdu bigire! Êdî ku Hevserokek 50 salî be û yê/ya din jî 30 salî be gelo wê karibin çi bi hev re parve bikin?!

Ji bo Be?a 1 ê vir bitikînin.

About The Author